Li Efrînê Nazliya Hecî Reşîd nexweş dikeve, radikin
nexweşxaneyê. Nexweşxane di destê leşekerên tirk da ye. Li gorî malbata Nazliyê
nexweşiya keça wan ne nexweşiyeke giran bûye. Nexweşxane ji malbatê ra dibêje Nazlî mir.
Malbatê gotiye keça me ne ya mirinê bû, ew li nexweşxaneyê kuştin.
Dema malbat termê keça xwe digre, bala xwe didinê zikê Nazliyê vala kirine, piraniya organên wê girtine.
Li gorî malpera Ahvalê nivîsîye, ev ne cara pêşîye tirk li
Efrînê vê hovîtiyê, vê namerdiyê dikin; berê jî li Efrînê çend caran eynî tişt
kirine.
Meriv hewqasî jî zalim, bêûjdan û namerd nabe. Lê tirk
dibin, li hemberî kurdan kanin her namerdiyê û bênamûsiyê bikin û her roj dikin
jî.
Kurdên hîn jî heval û berpirsiyarên AKPê ne ji van qatilên
tirk û Daîşê jî namerdtir in, ew ne hevalên vê rejîma faşîst, bênamûs bûna, wan
nikanîbûn ev wahşet bianiyana serê me.
Kurdên hevalên AKPê ji bîr nekin, ew ji qatilên tirkan û
Daîşê jî xayintir û namerdtir in.
XXX
Golikek kane navê garanekê xera bike, şexsek, serokek kane
welatekî rezîl û riswa bike.
Seokek kane dûzana welatekî xera bike, yeka nuh bîne dewsê,
kane herbê derxe, kane dîktatoriyekê ava bike.
Di vî warî da sê numûneyên zindî, yên li ber çavê me hene,
Îran, Tirkiye û Amerîka. Sê şexsan ev hersê welat jî jîperîşan kirin. Dereceya
perîşaniya, xerabûna hersê welatan ne wek hev e, lê halê hersê welatan jî ji
berî Xumeynî, Erdogan û Trump gelkî xerabtir bûne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar