06 januari 2021

Însan û meqam

Profesor, di dersa xwe da ban xwendekarekî kir,  li ser kursîya xwe da rûnişkandin, jê ra got:

-Nuha tu ji dêlî min va dersê bide. Fermo dest pê bike.
Xwendekar dest bi dana dersê kiriye…
Mamoste got:

-Nuha jî derkeve ser kursîyê û li wir dersa xwe dom bike…
Xendekar derketiye ser kursiyê û li wir axaftina xwe domand.
Mamoste got:
-Sandalîyekê deyne ser kursîyê, derkeve ser sanalîyê û li wir dersa xwe bide.
Xwendekar bi bêdilî be jî daxwaza mamoste bi cî anî, derket ser sandalîyê.
Mamoste got:
-Nuha jî wê tabûreya biçûk deyne ser sandalîyê û dersa xwe wer dom bike.
Xwendekar wek mamoste got kir,  li ser tabûreyê, li wî ciyê bilind ji bona ku nekeve tim li dengeya xwe miqatebû. Lê di axaftina wî da bêserûberîyê dest pê kir, gotinên wî hev nedigirtin. Çimkî ji axaftinê bêtir, li neketina xwe difikirî, bala wî li dengeya wî bûye.
Profesor bi van gotinên jêr ders qedand:
-Însan her ku bilind dibe di gotinên wî da nakokî, nelihevî çê dibe. Çimkî meju êdî ne li tiştê tê gotin, li neketina ji ciyê lêye difikire, neketina ji wê derê muhîmtir dibîne .

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE