22 juli 2020

Yên ji zimanê şaşomaşo hez dikin jî hene



 Li vê dinyayê kesên ji gotinên şaşomaşo, ji cumle û twîttên nayên fêmkirin hez dikin jî hene.

Camêr peyva kiriye, tiştê gotiye ya şaşomaşo ye, ya kût e, kulek e, cumleyeke seqet e. Ne kurmanciyeke tekûz e. Nayê fêmkirin çi gotiye, dixwaze çi bibêje. 

Lê tu dinêrî dîsa jî însan diecibînin.

Ez bi xwe matmayî dimînim.


 Dost, heval kêmasî û şaşîtiya hevalê xwe nabîne, ya jî îdare dike. Cumleya wî fêm neke jî diecibîne. Belkî jî naxwîne û diecibîne.

Bi vî zimanê kût û kulek meriv çawa diwêre binivîse, çawa kane bibe nivîskar bi rastî jî jê ra cesaret lazim e.

Lê ji bo ku ne bi tirkî ye dîsa jî baş e, qey hewqasî zane. Kes bi zanetî zimanê xwe xera nake, ziman jî wek deng e, yê her kesî ne xweş e.

Kesên ji dengê ne xweş û ji zimanê şaşo maşo û nayê fêmkirin hez dikin jî hene.

XXX
Xwezî meriv bikanîbûya rastiya hin bûyeran nebihîsta, bêbextî û qeleşiya li keçeke kurda dilpak a 21 salì hatiye kirin fêr nebûya.

Lê dinya biçûk bûye, meriv bûyeran dibihîze. Bi tiştên dibihîze caran kêfxwe dibe, carnan jî janeke zirav dide dilê meriv.

Dibê her kurd baş bizanibe Tirkiye dewleteke pir namerd e, ji bo zirarê bide hin kurdan namerdiya neke tuneye.

Heyvanê vê dewletê xerab e, serapê bêbextî, sextekarî, kalpazanî û namerdî ye.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE