23 juli 2020

Gerek em erdê xwe beyar nehêlin


-Voltaîre li ser girîngiya tarîxê gotiye, "tarîx, erdê/zeviyê milatan e. Her miletî berê çi çandibe, dû ra ewê wiya biçine."

Ji bo ku erdê me beyar û pirêze nemîne dibê em bi xwe tarîxa xwe binivîsin.

Tarîxa nivîskî hafizeya miletekî ye. Miletê tarîxa wî ya nivîskî tunebe bêhafizeye.

Ji bo tarîxa miletekî jî bîranînên şexsan gelkî muhîm in. Lê belê him nivîsîna bîranînan zor e û him jî li ba me kurdên bakur kultura nivîsîna bîranînê (xatiratê) zêde tuneye, pir zeîf e. Kes xatiratên xwe nanivîse. 

Hinek nikanin, lê yên kanin jî nanivîsin û gelek zanînên ji bo tarîxa me girîng in bi xwe ra dibin gorrê. Hin kes ya jî weşanxane kanin bi vî karî rabin û vî beşê edebiyatê bi pêş xe.

Meriv kane bi hin şexsîyetên muhîm ra bibe alîkar, wan teşwîq bike ji bo ku xatiratên xwe binivîsin.

Lê helbet her kes nikane binivîse. Ji bo me kurdan ev yek hîn jî zahmettir e.

Li Swêd rojnamevanek, ya jî nivîskarek bi şexs ra ya hevpeyvînê dike ya jî ew bîranînên xwe dibêje û ew dinivîse. Yanî kesê bi xwe nikane binivîse, yekî din jê ra dibe alîkar.

Ez dibêjim weşanxaneyeke kurdî jî kane karekî wiha bike, bi hin kesên serpêhatiyên wan, xatiratên wan ji bo tarîxa me muhîm e têkeve têkiliyê û bîranînên wan bi wan bide nivîsandin. 

Gelek kesên hîn li heyatê ne û bûne şahid û aktorên gelek bûyerên girîng, dibê tiştên dîtine û jiyane bi xwe ra nebin gorrê. Hin kes, ya jî weşanxaneyên kurdî dest bavêjin vî karî û wan teşwîqî nivîsêna xatiratên xwe bike, heger ew nikanin dibê hin bi wan ra bikin.





XXX
Hin kes wek mêşa reş in, gav û saetê vinge vinga wan e meriv nerehet û bêhuzûr dikin, wek Beko Ewanan tim fêsadiyê û gelaciyê dikin. Li ku derê xebereke, gotineke ne xweş hebe tînin belav dikin. Bi parvekirinên xwe miletê berê derdgiran e, bêtir bêhuzûr dikin. Meriv hevza xwe ji van qeregêtranan bike.

Rast e zor û zahmetiyên me pir in, hin gelşên me yên siyasî û netewî hene. Lê zû dereng emê van kêmasî û gelşên xwe çareser bikin, hin mesele, hin gelş wextê digrin, em çi bikin jî zû hel nabin.
Ji xwe berê huzûra me tuneye, dibê em xwe bêhêvî jî nekin. Guh nedin kesên xeberên fêsadiyê belav dikin, ew kund in…

XXX
Li ser Wîkîferhenga kurdî nivîseke tije agahiyên girîng in. Bi agahdariyên li ser kurdî dane meriv pê kêfxweş dibe.

Kurdî di nav zimanên Wîkîpedîayê da bi jimara peyvan di rêza 9a da ye. Kurdî bi 811 hezar û 806 peyvan gelkî li pêşiya tirkî, farisî û erebî ye.

Hedefa Wîkîferhengê milyonek peyvên kurdî ye. Heger bibe milyonek, kurdî di nav zimanên dinyayê da ewê bibe zimanê 5a.

Ez her pênc admînên Wîkîferhenga kurdî û hemû kurdên alîkariyê pê ra dikin ji dil û can pîroz dikim.
Ji bo ku ez jî kannibim peyvan lê zêde bikim min îro xwe qeyd kir.Hêvî dikim ez kanibim ji heq derkevim û carnan hin peyvan û tiştan têximê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE