24 juli 2020

Ev newêrekî ewê li ser ewrûpiyan pir buha rûne


Siyasetmedarên ewrûpî pir newêrek in û ji hedê xwe bêtir jî pûlpersest in, îmana wan di pera da ye, li ba wan tu tiştek ji menfaetê, ji pera ne muhîmtir e. 

Siyasetmedarên ewrûpî gava çav li pera û menfaetê dikevin, nirx û pirensîbên xwe yên siyasî, exlaqî û demokratîk gişan didin alieyekî û pere û berjewndiyan hildibijêrin. 

Carnan hin îstîsna hebin jî piranî wiha ye û tim jî wiha kirine. Lema jî dîktator xurt bûne û zirarên mezin dane Ewrûpayê.

Lê ev newêrekî û pûlperestî jî li ser ewrûpiyan û welatên wan tim pir buha rûniştiye, di dawiyê da karê zirar dernexistiye, 
bûye sebebê malwêraniyên mezin.


Welatên Ewrûpa bixwestana kanîbûn rê li ber Hîtler bigrin, nehêlin ew êrîşî der û dora xwe bike.
Lê dema Hîtler di sala 1939a  da êrîşî Polonyayê kir, her kesî lê temaşe kir. Hîtler dû ra li wir nesekinî, welat bi welat da ber xwe. Heta seranserê Ewrûpayê û Soveyet jî di nav da kir goristan, 60-70 milyon însan hatin kuştin.

Siyasetmedarên ewrûpî do li hemberî Hîtler çi tirsonek bûn, îro li hemberî Erdogan jî eynî tirsonek in. 

Çimkî ji tarîxa xwe ders û tecrûbeyê negirtine. Tim dixwazin her gelşê bi rehetî, bi diyalogê, bi zeytkirinê, bi bertîlkirinê çareser bikin. 

Ev metod gelekê caran rast be jî, her tim û ji bo her kesî ne rast e, hin kes tenê bi zorê, bi ço tên rê, mirinê nebîne bi tayê razî nabe. Erdogan yek ji wan e.

Siyasetmedarên ewrûpî hemû jî baş zanin rejîma îro li Tikriyê heye ji nazîzma alman ne kêmtir e û Erdogan jî yekî ji Hîtler ne hinditir e, ew jî ji der û dora xwe ra , ji Ewrûpayê ra bi qasî Hîtler tahlûke ye.

Ewrûpî pir baş zanin heta Erdogan li Tirkiyê li ser hukim be nej i cîranên Tirkiyê ra, ne jî ji Ewrûpayê ra rehetî, aramî ne mimkûn e. Erdogan bêyî şer û teşxele nasekine û ewê bi milêyonan koçberan bişîne ser Ewrûpayê û tim ji ewrûpiyan xûgê bixwaze. 

Siyasetmedarê ewrûpî vê rastiyê pir baş zanin, lê dîsa jî zirarê nadin Erdogan û rejîma wî. Heger bixwazin kanin wî basko bikin û bifetisînin, kanin bixînin. 


Bi boykot û ambargoyeke mezin û berfireh kanin malikê li Erdogan bişewitînin, heta wî bixînin. 


Lê nakin, çimkî tirsonek û pûlperest in, bertîlxur in. Sebebê vê kultura wan pir bin jî, bi ya min sebebê asasî ne nasyonalîst in, li Ewrûpaya Rojava nasyonalîzim wek îdeolojiyeke pir xerab, wek faşîzmê tê dîtin. 


Lema jî nikanin welatê xwe biparêzin, welatên xwe kirine xana zemo. Li hemberî êrîş û çavsoriya tirkan xwe bêdeng dikin, ji faalîyetên Tirkiyê yên dagirkerî û krîmînel çavên xwe digrin. Rê didin Tirkye bi sedhezaran kesên îslamî bişînin ser wan û Ewrûpayê gav bi gav dagir bikin.

Ji ber ku Erdogan ev tirsonekiya ewrûpiyan fêm kiriye, bêtir bêperwa hereket dike, dagirkirina rojava û baûşrê Kurdistanê ne bes e, nuha jî bela xwe di Yûnanîstanê û di Qibrisê dide.

Ewrûpî di tirsonekiya Hîtler da çiqasî şaş bûn û li zirarê derketin, di ya Erdogan da jî ewê li zirarê derkevin û him jî zirara wan ewê ne hindik be.

XXX
Her kurd zane tirk dixwazin me bihelînin, bikin tirk û nehêlin li tu derê jî Kurdistan çê bibe. Tirkê eksê vê dibêje ruyê xwe reş dike.
Kurdê eksê vê dibêje ya xwe dixapîne ya jî dixwaze bibe tirk.
Dewleta tirkan him dinya li me kiriye zindan û him jî hebûna me xistiye tahlûkê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE