26 juli 2020

Min îro serê xwe xist teqereqê


Ji xaniyê me ra gelek tahmîrat lazim e. Him der ra, him hundur ra. Em nuha dest nadin tahmîrata hundur.

Lê hin tahmîratên derve me îro hêdîka dest pê kir. Hela ka dihere li ku disekine.

Kevirên hewşa me giş çûne xwarê, meriv lê dilikume û gelkî jî ne xweû xuya dike.

Hewş tije gêre bûne, guhertina keviran lazim e. Belkî bi vî hawî em ji mûriyan jî xelas bibin.


Perda em di bin da rûdinin qetyaye, daketiye. Dibê teraseke were çêkirin.

Textên mexzena me mirine, rojê çîr çîrî kirine, gerek werin guhertin.

Ev 15 sal in me xanî derî xênî boyax kiriye, aliyên roj didinê hewceyî boyaxêye, dibê were boyaxkirin. Welahasil kêmasî pir in.

Ev çend sal in em rojê bi roja didin, em dibêjin emê ha îro bar kin, ha sibe bar kin, lema jî heta nuha me çê nekir.


Lê me bala xwe dayê mesela guhestina malê ewê hîn pir bikşîne, hesabê mal û bajêr li hev derneket. Lema jî em îro ketin tahmîratê, înşaatê.

Nuha teqereqa karkiran e erdê dikolin, terasê çê dikin.

Ez jî nuha meşxûl im. Ez bawer dikim ev teqreq ewê 10 rojan bajo. Belkî jî hîn zêde. Girêdayî hewayê ye...

 XXX
-Nivîsandina kitêba min a pêşî 40 salên min girt.
Paulo Coelho

-Nivîsandin tiştekî xweş e, meriv him bi xwe ra û him jî bi qelebalixê ra dipeyive, herdu zewqan jî digihîne hev.
Cesare Pavese

-Berî her tiştî dibê însan ji bo xwe binivîsîne. Rêya nivîsandina baş tenê ev e.
Gustave Flaubert

-Heger hûn dixwazin bibin nivîskar, di ser hemû karên xwe yên din ra dibê hûn du tiştan bikin: Pir bixwînin û pir binivîsin
Stephen King


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE