26 juli 2020

Destûra Îngilîzan şert e



Di dema Iraq û Kurdistana Başûr di bin destê îngilîzan da bûn, çend ronakbîrên kurd li qahwexaneyekê rûniştibûn û ji xwe ra sohbet dikirin. Yekî bi navê Îzeddîn Topçî got:

-Em kurd tenê kanin bi alîkariya Bolşewîkan xelas bibin, bêyî alîkariya wan rizgariya me ne mimkûn e.

Yê li kêleka wî rûniştibû xwarî guhê wî bû û hêdîka jê ra got
-Kuro zêde pêş da neçe, di nav me da yekî îngilîz rûniştiye.


Li ser vê agahdariyê Îzeddîn Topçî gotina xwe birî û çavên xwe li kesên li dora masê gerand, dema yê îngilîz dît, peyva xwe domand, got:
-Erê em kurd ancax kanin bi alîkariya Bolşewîkan xelas bibin, lê belê gerek îngilîz jî bibêjin erê, destûra wan jî şert e...

Hîn herbê dest pê nekiriye
Leşkerên emerîkî li başûrê Iraqê tetbîqat dikirin. Dema leşkerên îraqî ew dîtin ji xwe ra gotin, weleh wa ye herbê dest pê kir, ya baş ew e em ji bo Seddam xwe nedin kuştin û teslîm bibin. Û rabûn ala sipî bilind kirin û qîriyan û gotin:
-Law berra me nedin, em teslîm dibin!
Leşkerên emerîkî gotin:
-Na heyran, em nikanin we teslîm bigrin. Ji ber ku herbê hîn dest pê nekiriye! Nuha vegerin mewziyên xwe, dema herbê dest pê kir, werin daxwaza xwe pêşkêş bikin, heger şert misaît bin û di vî warî da emir hebe, emê we teslîm bigrin. Lê nuha nabe!

Xwekuştin
Hemoyê rentele rojekê li daristanê digeriya, bala xwe dayê wa ye hevalê wî Sîno xwe bi darekê va girê daye. Matmayî ma, jê pirsî, got:
-Lawo tu çi dikî, çima te xwe bi vê darê ve girê daye?
Sîno got:
-Ez xwe bi darda dikim, întîxar dikim.
Hemo got:
-Kuro, tiştê ez zanim bi vî hawî întîxar nabe, dibê tu wî benî têxe hustuyê xwe û xwe bi darekê ve bi darde kî.
Sîno got:
-Min ew jî ceriband, lê tu nemabû ez ku bixeniqîyama. Bi vî hawî baştir e, tahlûke tuneye...

Derpiyê Fadîmê
Temelê laz û xanima xwe Fadîme bi hev ra çûbûn lûnaparkê. Fadîmê ji Temel ra got:
-Ez dixwazim li hêlkana hespikî siwar bim.
Temel got:
-Nabe, ewê derpiyê te xuya bike.
Bîstek derbas bû, Temel çû ber masa nîşanê, rahîşt tivingekê û dest bi avêtina ji nîşanê da kir. Di vê nabênê da Fadîmê xwe ji vedizî çû ket hêlkanê. Piştî wextek dirêj Fadîma vegeriya. Temel bi hêrs got:
-Keçê heta nuha li ku bû?
Fadîmê got:
Ez çûm ketim hêlkanê.
Temel bi hêrs got:
-Ma min ji te ra negotibû ewê derpiyê te xuya bike.
Fadîmê got:
-Meraq neke, min ew ji xwe danîbû.

Hema giş ez
Di tatbîqateke leşkerî da generalekî tirk diçe di ser leşkerekî kurd ra disekene û jê ra dibîje:
-Aferîn ji te ra kurê min. Hela ka ji min ra bibêje, gava dijmin ji pê ra were tu yê çi bikî?
Leşkerê kurd bêyî ji mewziya xwe rabe, devê tivinga xwe berbî jêr va dike.
General dom dike, dibêje:
-Baş e, ya dema ji alî rastê va were, tu yê çi bikî?
Leşker îcar jî devê tivinga xwe bi alî rastê va dike.
General dibêje:
-Pir baş e. Ya ji alî çepê da were tu yê çi bikî?
Leşker dîsa bêyî ku ji mewziya xwe rabe, îcar berê tivinga xwe bi alî çepê va dike.
General dev ji kurd bernade, dibêje:
-Baş e, lê dema dijmin ji par ra êrîşê bîne ser te, tu yê çi bikî?
Leşkerê kurd hew kane xwe ragire, ji mewziya xwe radibe û bi hêrseke mezin qondaxa tivinga xwe li erdê dixe û ji general ra dibêje:
-Ma leşkerê dewleta tirk qey ez bi tenê me? De wiya jî bira yekî tirk xwe bi qurban ke! Hema giş ez!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE