05 september 2018

Tirk li ku bin jî pan-turkist in



Her tirk, dixwaze bira li Ewrûpayê li welatê lê dijî hatibe dinê ya jî li Tirkiyê, qet ferq nake, ji welatê lê dijî bêtir girêdayî Tirkiyê ye, ji welatê lê dijî bêtir ji bo Tirkiyê dixebete û tim di bin emir û însîyatîfa dewleta tirk da ye.


Li Swêd heta nuha yek siyasetmedarê tirk, di kîjan partiyê dibe bira bibe, ne girêdayî konsolos û Tirkiyê dernektiye, tuneye.

Dest davêjin kîjan tirkî/tirkê, têkiliya wî/wê bi ”gurên boz”, AKPê û dewleta tirk ra derdikeve.

Ji ber ku di 9ê mehê da li Swêd hilbijartin e lema jî gelek tirkên girêdayî tevgera ”gurên boz” û AKPê derketin.

Lê ne li Swêd tenê, li Almanya, li li Holanda, li Awustûrya, welhasilî kelam li her welatê Ewrûpa, tirk ji welatê lê çê bûne û lê dijîn bêtir, sadiqê Tirkiyê û di xizmeta Tirkiyê da ne û ne wek siyasetmedarên welatê lê dimînin, wek siyasetmedarên tirk dixebitin.

Û bi kêmanî ji sedî 99, 9ê wan jî neyarên kurda ne, tirkên li Tirkiyê li hemberî kurdan çi dikin, çi difikirin, tirkên Ewrûpayê du, sê qatî ji wan xerabtir û faşîsttir in.

Çawa çêlên(tejiyên)maran bê jahrî nabin, tirk jî li ku dibin bira bibin, miheqeq neyarên kurda ne, pir hindik xwedî îdeolojiyeke pan-tirkîst in.

Geleo irqçîtî û faşîstiya irsî, genetîkî mimkûn e ?

Tirk îhtîmala hebûna tiştekî wiha nîşan didin...

 XXX
Tirk zulmeke pir mezin li kurdên her çar perçên Kurdistanê dikin. Kîn, efret û neyartiya xwe ya ji kurdan jî qet venaşêrin.
Em nikanin bi wan.

Lê em kanin bi zimanê wan nepeyivin, heta ji me tê em bi tirkî nepeyivin. Zimanê xwe fêr bibin, ne bi tirkî, bi kurdî binivîsin.
Ev jî micadele û şereke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE