Bi bihîstina wefata kek Abdurezaq Feylî pir xemgîn bûm. Dost
û hevalekî min ê pir ezîz bû. Dilşewatekî kurd û Kurdistganê bû. Merivekî pir
mitewazî bû.
Ji salên 1980î me hev û du nas dikir. Di nava Federasyona
Komeleyên Kurdistanê da û di gelek warên siyasî da em bi salan bi hev ra
xebitîn.
Gelek bîranînên me bi hev ra hene.
Par di dema referandûma serxwebûnê
da ez û çend heval li Silêmaniyê em çûn ziyareta wî.
Bi dîtina me pir kêfxweş bû, me rojên borî yad kirin.
Mazûbaniyeke mezin ji me ra kir, bi halê xwe dan nasîn, bi wê nexweşiya xwe em
li Silêmaniyê gerandin, xwest hemû hevalên wî bibînin bê li Swêd çiqas dost û
hevalên wî hene.
Min zanîbû pir nexweş e, lema jî min xwest wî li Kurdistanê
bibînim.
Berî wê li Swêd jî me çend caran hevdu dît û bi hev ra demên
borî bibîranîn.
Bira serê malbata wî, dost û hevalên wî û hevalên YNKê sax
be. Gorra wî behişt be...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar