Vê şiroveya şopînerê(xwendevanê)Hindik-Rindik ez him pir
kêfxweş kirim û him jî pir xemgîn kirim.Şopînerê anonîm di binê nivîsa min
”Rismek û bîranînekê” da wiha nivîsî ye:
Anonym: 13
juni 2018 11:06
Kek Zinar ez şopînerekî nivîve Bloga te û twittera teme. Ev
bû 3 sal min destpê xwandina nivîsê te kir. Te hanî zimanê min, min da
hizkirin. Berê nasîna min hemû tirkî xeberdida û dinivîsî. Her roj min
Rojnivîska xwe da 3 rûpel bi tirkî dinivîsî. Her roj min Twitter û Facebookê da
dehan nivîs û şîrove ye tirkî Parve dikir. Anha ev 3 - 4 sale ez sedî/85 e
nivîse xwe zimanê xwe yê zikmakî dinivîsînim û Parve dikim. Ku derê kurdekî
bibînîm jêra Kurdî xeberdidim. Ev tişt saya nivîsê te û şîretê tê pêk hat.
Mixabin ezê van roja têkevim Girtîgeha dagirkeran. Ezê birayê xwe ra bêjim bila
nivîsê te yê nû bîne ji minra bişîne. Ji boy hertiştî spas.
Birayê ezîz, vê şiroveya te him ez kêfxweş kirim û him jî
xemgîn.
Kêfxweş bûm, ji ber ku min bi nivîsên xwe tesîreke pozîtîf li te, li kurdekî kiriye.
Xemgîn bûm, ji ber ku tu, kurdekî din jî ewê têkeve zindana dagirkeran.
Mixabin heta em wek milet bindest bin halê me ewê tim ev halê perîşan be, dijmin kînga bixwaze ewê li husuyê me siwar bin û me bavêjin zindanan.
Hêvî dikim dema êsîriya te ne dirêj be û piştî demeke nêz ez dîsa şiroveyên te bixwînim...
Ez hevparê êşa te me...

Anonym :13
juni 2018 11:38
Xemgîn nebe keke min. Cezayê min hatiye birîn 4sal 8 mehe.
Wextê zû bê û here. Ez 24 salî me. Ji boy min tu qe netişteke. Ezê heta hebim
ji boy gelê xwe bixebitim û ez qet carekî dest bi xeberdan û nivîsandina zimanê
xwe yê zikmakî bernadim. Xwedê kêmasiya nivîskarê wek te nîşanê me nede. Her
hebin û her bijîn. Carekedin ji boy her peyvê tê nivîsîye spas dikim.
Min nizanîbû tu hewqasî ciwan î xortê hêja, tu di temenê
neviyê min da ye.
Lê zulm zulm e, dixwaze bira meriv xort be, ya jî kal û pîr be ferq nake.
Bimre dakirkerî !
Bijî azadî û serxwebûn !
Lê zulm zulm e, dixwaze bira meriv xort be, ya jî kal û pîr be ferq nake.
Bimre dakirkerî !
Bijî azadî û serxwebûn !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar