30 november 2022

Kurdên serketina Îranê dixwazin jî hene

Gava do Amerîkayê li Qeterê di futbolê da Îran 0-1 bir ez û xanim pir  kêfxweş bûn.

Îranê beşekî welatê min dagir kiriye û zulmeke mezin li miletê min dike. Ji roja Humeynî hate ser hukum û vir da ye vê van meleyên qatil bi hezaran kurd kuştine û bi darda kirine.

Vê rejîma îslamî ya faşîst, xwînmêj jiyan li kurdan kiriye dojeh. Kurd nikanin bîna xwe bigirin. Vana neviyên qatilên Simko Axayê Şikak, Qazî Mihemd, Dr. Qasemlo û Dr. Şerefkendî û bi hezaran canfîdayên kurd in.

Dibê em ji beweriya xwe bi beyanên Îranê neynin

Tê gotin xwedêgiravî Îran li dijî êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana Rojava derketiye.

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahiyan bi telefonê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ra peyivîye, jê xwestiye Tirkiye êrîşî ser herêmên kurdan neke.

Îran di resmîyetê da li dijî dagirkeriya Tirkiyê xuya dike, lê di bin ra çi dike meriv nizane.

Rûsya jî resmî li dijî êrîşên Tirkiyê ye, lê balafirên Tirkiyê bajarên kurdan bombebaran dikin.
Tirkiye her roj Kurdistanê topbaran dike.

Çend rêz ji bîranînên min -308-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-11-30

*Cergî xanim nexweş e ez bûme kebaniya malê. Şîv, şevîn, paqijî gişk ketiye hustuyê min. Baş e ez li xwe naetirim, ne ecemiyê vî îşî me, pratîka min heye. Ez kanim ji zarokan şîvê çêkim. Di rojên wiha da meriv tiştên nuh jî fêr dibe, xwe bi pêş dixîne. Ez fêrî nanpêjiyê jî bûm. Şilikîyê min pir hat ecibandin.

29 november 2022

Facebook bûye holçîka zarokan

Facebook tam bûye platformeke pêkenînê, zarokxaneyeke zarokan.

Îro saet di 09.00a da dîsa kontoya min 6 rojan girtin. Gotin te di nivîsa xwe "masîyê mezin masîyê biçûk dixwe" da kîn û nefret belav kiriye.

Li ser vê, min ev twîtta jêr nivîsî:
”Facebookê dîsa 6 rojan kontoya min girtiye. Sebeb jî ev nivîsa min(masîyê mezin masîyê biçûk dixwe) nîşan dane, gotine ev nivîsa te li dijî qaîdeyên me ye, tu kîn û nefretê belav dikî.

FB bûye medyayek Tirkiyê, qebûl nake ez qala zulma Tirkiye li kurdan dike bikim.

Çend rêz ji bîranînên min -307-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1985-11-29

Îro saet di 22.30î da em 17 heval ji bo rakirina cenazeyê Mistefa Tanguner çûn paytexta Danîmarka Kopenhagenê. Saet di 07.00ê sibê da em gihîştin wir. Saet di 14.30î da em li dêrekê civiyan. Bi texmîna min li dora 200 kesî di merasimê da hebûn.

Axaftina pêşî wek serokê partiyê Mûrad Ciwan kir. Dûra du mamosteyên Mistefa û berpirsekî Partiya Komunîst a Îraqê peyivîn. Axaftinên herdu mamosteyên Mistefa(danîmarkî bûn)pir dilşewat bûn, ez girîyam. Pir pesnê Mistefa dan, pir jê hez dikirin. Axaftina berpirsê Partiya Komunîst a Îraqê jî baş bû.

28 november 2022

Masîyê mezin masîyê biçûk dixwe

Li Asyayê, li Afrîqayê kî kanibe bi kê zorbatiyê lê dike, dipeliçiqîne. Masiyê mezin masiyê biçûk dixwe. Em masîyekî biçûk in, tirk jî masîyekî mezin in, lema dixwazin me bixun.

Miletê tirk, partiyên mixalif, komele, sendîka û dezgehên mafên mirovan jî li dijî vê yamyamiya hukûmeta xwe dernayên, nabêjin çima hûn dixwazin miletekî ji kok da ji welatî wî derxin?

Ev jenosîda miletekî ye, dema meriv kanibe bi miletekî meriv qir nake. Tiştê Tirkiye dixwaze li Kurdistana Rojava bike JENOSÎDEKE mezin e.

Çend rêz ji bîranînên min -306-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-11-28

Me kongreya komela Stockholmê çêkir. Nebî Bal bû serokê komelê. Emerê Wanî bû sekreter, Cabir(Weqas Çelîk)bû kasor. Cabir û Hecî, Nebî pêşniyar kirin, Emer jî ez pêşniyar kirim. Min qebûl nekir, min got karê min pir e, ez nikanim. Li ser vê Nebî bi tevayiya dengan hat hilbijartin.

27 november 2022

Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 26a çêkir

Foto: Sidqî Hirorî

Me îro li Kitêbxaneya Kurdî kongreya 26a ya Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê (YNKS) çêkir.

19 endam beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê da du kes, Mihemed Elî Kût û seroka Yekîtiyê ya berê Nesrîn Rojkan bûn namzedên serokatiyê. Nesrîn Rojkan xanimê 8, M. Elî Kût jî 10 ray girt û M. Elî Kût bû serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd yê nuh.

Zinar Soran, Temûrê Xelîl, Hêdî Gomeî bûn endamên Komîteya Karger.
Ez ji serok û komîteya nuh ra serketinê dixwazim.

Çend rêz ji bîranînên min -305-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn

XXX
1986-11-27

Min deynê Armancê bir da xwediyê çapxanê Mîlonas. Çaxa çavê wî li pera ket kêfa wî hat, got were rûne em qahwakê vexun. Ez rûniştim, qahwak teze çêkir. Kovara Îsot jî hazir e, Mamoste(Mamoste Nûjen)nuha ewê were teslîm bigire.

Mîlonas merivekî baş e, perê me tune be jî em bi deyn, bi texsîda tiştên xwe didin çapkirin.
Mamoste hat, kovara Îsot teslîm girt. Çapa wê ne xerab e.