Li ser micadelê û liberxwedanê Shakespeare tiştekî rast û xweş gotiye:
-Li dera te lê qezenc nekir, tu lê têk çû mesekine, yên zeîf
wer dikin, li wir disekinin.
Derîyê li te hat girtin careke din lê nede, kesên bêçare careke din li derîyê lê
wan hatiye girtin dixînin.
///Shakespeare
Di serîhildana xwe da vê carê em bi ser neketin, me nikanîbû zora dagirkerên welatê xwe bibira, ev rast e. Lê me dev ji micadela xwe bernedaye, em nequdûmşikestîne.
Yên berî me jî li hemberî kolonyalîstan gelek caran serî hildan, ew jî bi ser neketin.Lê tu carî li wir nesekinîn, dev ji têkoşîna xwe berndedan, careke din, careke din ceribandin.
Emê jî eynî tiştî bikin, em îro him ji do xurttir in, him jî ji do gelkî zanetir in. Di xebat û micadela xwe ya 5-60 salî da em gelek şaşî kirin, lê em gelek tişt jî fêr bûn.
Şaşîyên me ji me ra bûn tecrûbe, bûn hêz. Emê zora dijmin bibin, emê bigihîjin azadîya xwe. Jê ra hinek xebata din lazim e.
Dibê em dev ji
îdeolojiyên rast û çep berdin, nasyonalîzmê, kurdperwerîyê xurt bikin.
XXX
-Gava dewlet hat rewşeke bêhuqûqî, ya jî dejenere bû, wê
demê bêîtîatîya(serîhildana)sivîl dibe wezîfeyke muqedes
Mahatma Gandî
Îdara Tirkiyê ji Hindistana wê demê gelkî xerabtir e. Hindî
bi vê bêîtîatîya sivîl bi ser ketin. Em jî kanin riyên wiha biceribînin.
Serîhildan û liberxwdana li hemberî kolonyalîzmê tenê ne
şerê çekdarî û çûna meclîsê ye, meriv kane gelek riyên din jî biceribîne.
Xebata îllegal û şerê çekdarî zirarên pir mezin da miletê
me. Me bedelekî pir mezin da û qet tiştek jî bi dest nexist.
XXX
-Sûcên ji şewitandina kitêban mezintir hene, ew jî
nexwendina kitêban e.
Joshep Brodsky
Zarokê bêkitêb mezin dibe dişibe dara bêav, hişk û hola ye.
Dibê em zarokên xwe, ciwanên xwe bihewisînin xwendinê. Ev
yek wezîfe û wacibê her dê û bavî ye.
XXX
-Bêqusûriyê ji bîr bikin. Di her tiştî da derzek(terkek, qelşek)
heye. Ronahî bi vî hawî dikeve hundur.
Leonard Cohen
-Kes guh nade heşirneşirbûna te ya bi pêlên deryayê ra, te
keştî anîye benderê ya na, her kes li wiya dinêre.
Vîktor Hugo
XXX
-Tu ji merivê virek, fêrî derewan bûbe ra bibêjî ”hîv yek
e”, ewê çavên xwe şaşomaşo bike, bibêje, ”na, dudu ne”.
///Mewlana
Di medyaya sosyal da virek li bin guhên hev dikevin, gelek
tiştên ne rast, derew tên belavkirin, ji her derewê bawer nekin.
Hinek fêsadîyê dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar