Dema em zarok bûn pisiklêta me, telefona me ya bêrîkê, bi çewalan lîstokên me tunebû. Lîstokên me qapaxên şûşeyên xazozan, kab û guleyên çînciqî bûn; têl bûn, me bi wan erebe çêdikir.
Lê em dîsa jî bi lîstokên xwe, bi jiyana xwe
bextewa bûn.
Berê em feqîr bûn, perê me pir tunebû, tiştên me yên biha
tunebû.
Dolaba me ne tije kincên marq bû, qondera nigê me ne ya herî
biha bû.Telefona me ya bêrîkê, kompîtora me, di bin me da ereb tunebû.
Dinya pir zû û bi lez guherî, bi xwe ra însan jî zû guherand. Bi hestên xwe, bi daxwaz û fikrên xwe, bi psîkolojiya xwe em naşibin însanên 60-70 sal berê.
Eêdî em wek berê kitêban, rojname û kavoran naxwînin. Rojê 5-6 seetan çavên me di telefonê da ye, wexta me li ber kompîtorê derbas dibe. Jiyana me bi temaşekirina Facebookê, Xê, Tîk Tokê, Înstagramê, You Tube, Snapchat, WhatsAppê derbas dibe.
Em ji zarokên xwe ra çîrokan nabêjin, zarok bi lîstokên dijîtal mezin dibin.
Van giş ne bes bû, nuha jî AÎ derketiye, ew ketiye dewsa aqil. Êdî ji însên ra çi lazim be ji AÎ distîne. Xebat, xwendin, lêkolîn wek berê nemaye.
Ev yek, teknîka îro însên tembel û nezan dike. Dinya ewê here bigihîje ku ez nizanim, tiştê ez zanim, berê em feqîr bûn, lê ji nuha bextewartir bûn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar