Serokê Amerîkayê Donald Trump li Anqerê daye nav, gotiye, agirbesta bi Îranê ra bi dawî bûye, îranî nexweş in û ew naxwaze êdî bi Îraniyan ra tu dan û stendê bike.
Birêz Donald Trump wek gogerçînê teqlebaz e, bi teqleyên xwe meriv gêj dike. Geh dide nav, dibe wek mozeke azirî, geh dibe wek berxikekî.
Heta nuha li ser
Îranê gelek caran tiştên giran gotiye, gotiye emê Îranê ji ortê rakin. Lê piştî rojekê xwe guherandiye, gotiye têkilî baş diçin, îmzekirina peymanekê nêzîk e.
Trump tim tiştên ecêb dibêje, meriv nizane kînga ewê çi bibêje, merivekî netebitî ye. Di her axaftina xwe da însanan matmayî dihêle...
Lê li Anqerê bi carê da ji vîtêzê avêtiye, baş daye nav gotiye:
”Îranî nexweş in. Dan û standina bi wan ra tenê windakirina demê ye.Wan berê bi
hezaran leşkerên me kuştin.
Qasim Silêmanî bi bombeyên li kêlekên rêyan gelek kes kuştin.
Min di dema xwe ya yekem da ew ji holê rakir. Ew dahîyekî şeytanî
bû. Ez qet ji wan hez nakim.Me gelek wext bi wan re xerc kir, ez bawer
dikim me wexta xwe vala xerc kir.
Ez bawer nakim ew zanibin çi dikin. Ew him mirovên xerab in, him jî neşareza ne.Eger ew bi kêr bihatana, wanê yekser peyman
îmze bikira.Me serkirdeyên koma yekem û ya duyem ji holê rakirin. Wan hewl da min jî ji holê rakin."
Hêvî dikim serkirdeyên grûba sisiya jî ji ortê rakin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar