15 juni 2026

Welatê min ê duyem surprîzeke li gorî dilê min kir


Swêd, welatê min ê duduya,di maça xwe ya ewil da li hemberî Tunisê 5-1 bi ser ket.Pir kêfxweş bûm. Min bawer nedikir Swêd bikanibe berra Tunisê bide. Tunis taximekî xurt xuya dikir. Lê Swêd pişt li wan şikand. Ez vekirî bibêjim, ez naxwazim Tirkiye,Îran û ereb bi ser kevin.
Ma ez ehmeq im bixwazim Îran, Tirkiye û ereb bi ser kevin?
Yên nehîştine em jî wek Kurdistan, wek kurd beşdarî vê kûpayê bibin tirk in, faris in, ereb in.Welatê me dagir kirine û em kirine miletekî bêdewlet, em êsîr girtine, nahêlin em jî wek wan beşdarî van şahiyan bibin. 

Meriv ne kêmaqil, ne ehmeq be gerek nebe dilxwazê dagirkerê welatê xwe, gerek nexwaze dagirkerê wî bi ser keve. 

Ez bi xwe nazwim Tirkiye, Îran, Îraq, Sûriyê di tu warî da bi ser kevin...
Min li maça Hollanda û Japonyayê jî temaşe kir. Japonan futboleke muhteşem lîstin. Hollandî her yek wek hûtekî bû û dixwestin bi xurtiya fîzîka xwe, bi sertiya xwe qezenc bikin. Japon eksê wê bûn.
Japonan bi teknîka xwe, bi efendîtî û bi kibariya xwe meriv dikir heyranê lîstika xwe. Wek meriv li misabeqeyeke jîmnastîkê temaşe bike.

XXX

Ji alimekî pirsîne, gotine jahr çi ye?

Alim gotiye:

- Her tiştê zêdetirî hewcedariya we jahr e. Ev kane hêz be, ya jî tembelî be; kane xwarin be, ego be, xirs be, îhtîras be, jixwerazîbûn be, tirs be, newêrekî be, kîndarî be, heta kane nêta baş be.

XXX

-Heger tu rastî yê bersîvê dide her meselê, qala her tiştê dîtiye dike, her tiştê zane dibêje hatî, bizanibe ew merivekî cahil e.

Merivê cahil tu carî nabêje "ez nizanim". Di her mijarê da fikreke wî/wê heye.

Xwe mezin dibîne, pir ji xwe razî ye, bi aqilê kesî qayil nabe.

Hevza xwe ji cahilan bikin, bi cahilan ra nekevin minaqeşê, kes nikane bi ser merivê cahil xîne.

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar