02 april 2026

Me çend hevalên salan do bi hev ra şevbêrkek xweş derbas kir


Do êvarî em çend hevalên salan mîvanê lavê hevalê xwe Bişar Tuysuz, Hawar Onder Tuysuz bûn.

Oneder û bavê xwe Bişarê hêja, em çend hevalên tarîx û mazîyeke me ya dûr û dirêj bi hev ra heye, do êvarî di şeveke pir xweş da em anîn ba hev.
Di wexta xwe da em ji fikir û siyasetên cihê bûn, lê dostî û hevalatiya me nêzî 50 sal e berdewam e. Ev hevaltî û dostî nabe nesîbê her kesî, her kes nikane vê hevaltiya xwe bênabên 46 salan bidomîne.

Şeva çûnî, li mekanekî xweş, di atmosfereke pir xweş û sakîn, harmonîk da me serpêhatiyên salên borî, bîranênên şîrîn, komîk yên salên borî teze kirin. 

Em bi wan bîranînên xwe yên xortaniyê, yên xeşîmiya koçberîyê têr keniyan.


Çîkê Bişar çêdike gelkî meşhûr e, lê lawê xwe Onder jî baş fêr kiriye. Oder jî ji me ra çîkekî ji yê bavê xwe ne kêmtir çêkir. Me telî(tilîya) xwe pê ra xwar. 

Xwarin, vexwarin, sohbet her tişt xweş bû, me hafiza teze kir. Sohbetên wiha di vî umrî da ji me ra lazim e, meriv pê dilşa dibe…


Sipas ji bo Onderê hêja û kekê Bişar. Sipas ji bo xizmet û mîvanperweriya we. Mala we ava be, bi hêviya em gelek rojên wiha, şevbêrkên wiha bibînin.

Hewalên şevbêrkê:
1-Bişar Tuysus
2-Hawar Onder Tuysuz
3-Mahmût Kîper
4-Yaşar Oguz
5-Memo Êzdî
6-Nazîf Taşçi
7-Bîlal Gorgu
8-Keya Îzol
9-Zinarê Xamo




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar