13 augusti 2025

Îro di daristanê xalifîm

Ez îro di daristana nêzî mala me da xalifîm, nîv seetê vir da, wê da viz bûm, de de, de de, axirê bi zor, bi destopelkê bi ser riya xwe va bûm. Bîna min hat ber min. 

Seet li dora yanzda min berê xwe da parka nêzî mala me(slätmossens naturpark). Xanim gelkî westîyayî ye, got ez nikanim bimeşim. Ez bi tenê çûm.

Bi kêf 6 km. meşîyam. Dûra min got herim malê. Di daristanê da xalifîm, min nizanîbû ez li ku me û dibê berê xwe bi ku da kim. Xaçerê pir bûn û giş jî bênav bûn. Min nizanîbû kîjan xaçerê ewê min bibe ser riya mala min.

Xwedêgiravî park e, lê daristaneke mezin e. Ji bo meşê cinet e.
Hinekan baz dida, hinekan kûçikên xwe digerandin, hinekan jî zarokên xwe. Gelek kes jî ji xwe bawer dimeşiyan.
Ez tenê xalifî bûm û li riya mala xwe digerîyam. Ditirsyam riya xwe dereng bibînim.

Seet di 14.00a da hostê bihata panjûrên pace û balkona me çêkira. Ditirsiyam dereng bimînim.
Lê şansê min hebû bêhemdî bi ser riya xwe va bûm û bîna min hat ber min.

Carek din ezê bêtir dîqet bikim. Ez nizanim Mapsê jî bi kar bînim. Bira Rojenê me nîşanî min bide.
Li paş û pêş mala me du parkên (slätmossens naturpark, Eskilparken)pir mezin û pir xweş hene. Du roj berê Rojenê me em hinekî gerandin. 

Lê bi carekê meriv derdorê baş nas nake. Dibê ez hêdî hêdî herêmê, hawirdora malê baş nas bikim.

Xelkê ji bo rehetiya miletê xwe, ji bo zarokên xwe, ji bo heywanên xwe tiştê muhteşem çêkirine. Miletê me di ezêb da ye. Bi dîtina derên wiha xweş him kêfa meriv tê, him jî ji bo miletê mej î ne di vê rehetiyê da ye xemgîn dibe.

Min nizanîbû xweza, tebîeta Hanîngeyê  hewqasî xweş e. Vê carê şansê me lê da, em hatin dereke pir xweş. Kanîbû dereke xerab bûya. Ev bazara min bû wek kuçê koran, tesadufî em rastî vî xanî hatin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar