02 mars 2025

Erdogan gefa qirkirineke mezin li kurdan xwariye

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsa agir bera erdê daye, li ser banga Evdila Ocalan gefa qirkirinê li kurdan xwariye, gotiye:

”Heger sozên hatine dayin bi cî neyên, pêvajoyê bi hawakî dirêj bikin, serî lê bigerînin, hin xapandinan biceribînin, nav biguherînin, bi konetî xwe bikin tiştekî din, wê demê guneh ji hustuyê me dertê. Operasyonên me yên hîn jî dom dom dikin, heger hewce be ewê kevir li ser kevir, serî li ser mil nehêlin û hetanî terorîstekî nehêlin berdewam bin."

Mêrik dixwaze bibe Tîmûrlengê duduya, ew jî gefa wêrankirina Kurdistanê û qetlîamên mezin li kurdan dixwe.

Jê tê, pêşiyên wan li Kurdistanê gelek caran kevir li ser kevir nehîştine, bi hezaran serî jêkirine.

XXX

-Bi bawerkirina ji derewekê meriv nabe ehmeq, çimkî dilpakî, safî ji bêqerekteriyê, bêşexsîyetiyê pir baştir e.

Viktor hugo

Virek bêşexsîyet in, pişta wan kul e, dilê wan tim bi tirs e.
Merivê dilpak, saf piştrast e, tim serbilind e.
Dijminên derewên bi boçik in dikin. Em zanin.

XXX

-Her serketina mezin a li dinyayê çêbûye berê xeyalek bû. Çinara herî mezin berê bizrek bû. Çûka, teyra herî mezin di hêkekê da veşartî bû.

Edgar Allan Poe

Bêhêvî nebin, tu têkçûn ne mutleq û ebedî ye. Dibê fortên dijmin me netirsîne, ya muhîm em bi serketina xwe bawer bin.

XXX

Îhtîmal heye Tirkiye li Sûriyê quretiyekê bike, bayekî ji ber serê xwe berde, bela xwe di Îsraîl bide.

Înşela şaşiyeke wer bike. Wê demê ewê bela xwe bibîne. Heger balafireke Îsraîl bixînin ya jî tacîz bikin ewê bêbersîv nemînin.

Li Sûriyê Amerîka ne hevalê Tirkiyê ye, piştgiriyê dide Îsraîl.

XXX

PKK xwe fesh dike nake ew zanin, ev gelşa wan e. Ez danîna çekan rast dibînim, çimkî şer êdî zirarê dide kurdan. Tu fêda kuştina çend leşkeran tune ye. Tirk ji ber şerê gerîla zirareke mezin dide kurdan, bi dehhezaran bi îthama terorê xistine zindanê.

Lê tiştê Evdila Ocalan ji bo miletê kurd gotiye felaket e, ne qabilê qebûlkirinê ye. Helbet miletê kurd ewê dev ji doza azadî û serxwebûna xwe bernede.

Micadela kurdan ya serxwebûnê bi Evdila Ocalan destpênekiriye û bi teslîbûna wî û PKK´ê jî ewê neqede. Heta kurd azad bibin, Kurdistan çêbibe ev micadele ewê dom bike.

Lê belê însanek çawa kane vî hukmî li hewqas însanî bike, çawa kane bi milyonan însanî bêîrade bike, teslîm bigire, wek pêxemberekî bi xwe va girê bide aqilê min nagire, ez matmayî dimînim.

Tu Pêxemberî di saxiya xwe da ev hukimê Evdila Ocalan dike nekiriye, hewqas însan nekiriye murîdên xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar