23 oktober 2024

Tu milet bi rehetî nebûye xwedî dewlet

Asansora diçe zaferê tune ye. Nêrdiwan heye. Meriv nêrdiwanê bi kar tîne, pêlik bi pêlik hildikşe jor.

Ew nêrdiwan jî xebat e, fedekarî ye, berdewamîya xebatêye û îstîkrar e.

Hin kar zor in, hin kar jî hêsantir in.

Lê karê neqede tune ye.

Azadîya me mimkûn e, zû dereng emê wê rojê bibînin, Kurdistanê çêbibe, miletê kurd jî ewê bibe xwedî dewlet.

Lê kane hinekî dirêj bajo. Ev yek girêdayî xebata me, baqilî û zîrektiya me ye.

Dara leymûnê di salekê, du sala da mêwe dide, dara zeytûnê di 7-8 salan da.

Karê me zor e, ewê wextê bigire, lê emê bi ser kevin.

XXX

Elî Şerîatî li ser kesên dîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin gotiye:

”Bi çîrokên Pêxember bi xurmeyekê îdare dikir, Omer cubeyekî bi pîne li xwe dikir, xelk xapandin, ji bo xwe jî qesir û seray înşa kirin.”

Yên vê rastiyê nabînin pir in. Lema li ser navê dîn qira hev dînin.

XXX

DEM NEWS´ê di platforma X´ê da vîdeoyeke Fetulah Gulen belav kiriye.

Min ev axaftina wî nedîtibû. Li ser kurdan, li ser elewiyên Dêrsê tiştên pir xerab dibêje, li hemberî azadiya kurdan kîn û nefret, jahr ji devê wî diherike. Bahçelî li ba wî pir mahsûm e.

Ez tiştên tirkî belav nakim.

Vîdeo di malpera DEM NEWS´ê ya X´ê da ye. Temaşe bikin, bibînin çi xebîs e, merivekî çiqasî neyarê miletê kurd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE