01 oktober 2024

Mufîd Yuksel: Li Filistînê 30 hezar kurd hene

Nivîskar, lêkolîner Mufîd Yuksel di kanala telewîzyonekê da gotiye ”li Filistînê 30 hezar kurd hene.”

Bi ya min jî rast e, belkî zêdetir be jî.
Lê ev 30 hezar kurd çima dernakevin piyasê, çima xwe vedişêrin?
Heta nuha min nedîtiye kurdekî ji Filîstînê derketibe, gotibe ez kurd im.
Lê kurdên Îsraîl xwe venaşêrin.
Qey filistîniyan gişk bi darê zorê kirin ereb. Yên zanin kurd in jî ji tirsa filistîniyan newêrin bibêjin em kurd in.

Li Îsraîl jî kurdên bûne cihû hene. Ew xwe eşkere dikin, komela wan heye, Newrozê pîroz dikin, sitranbêjên wan hene û giş jî piştgiriya azadiya miletê kurd û Kurdistaneka serbixwe dikin?

XXX

Gelşa dinyayê ya herî mezin pirbûna merivên totikvla û fanatîk in.

Ji ber ku totikvala ne, cahil in, ji xwe pir bawer in, nayên guhertin.

Ya xerab û talûke ji ber ku pir in li gelek welatan hukum di destê wan da ye. Bi demê ra, bi darê zorê civatê jî dikin weka xwe, însan jîr, zana bi çolan dixînin. Welêt dikin civata însanên bêhiş, dogmatîk û fanatîk.

XXX

Xiltê kor erdê çiqasî bikole wê xweliyê li serê xwe ke.
Serokên Hamasê û Hizbullahê mişkên kor bûn, heger ne mişkên kor bûna êrîşî Îsraîl nedikirin û ev felaketa mezin nedianîn serê miletê xwe. Wan ev netîce heq kiriye, lê gelek feqîr û fuqare jî di agirê wan da şewitîn.

XXX

-Li gorî hinekan tenêtî reva kesê nexweş e, li gorî hinekan jî reva ji kesên nexweş e.

F. Nietzsche

-Gotina însan kane tiştê ne mimkûn pêk bîne têrê nake, çimkî însan kane bigihîje ji nemimkûniyê wêdatir jî.

Tesla

-Xortanî xweş e, lê çi heyf di destê xortan da heba dibe

Oscar Wilde

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE