Li ser rewşa welatan û exlaqê miletan lêkolîne pir balkêş kirine.
Zanîngeha Îngilistanê GREENWICH UNIVERSITY li 12
welatan testeke sosyal(ceribandike sosyal)çêkiriye.
5 xwendekaran li kolanên herî qelebalix yên paytextên 12 welatan, Tirkiyê, Japonyayê, Îngilistanê, Misrê, Kanadayê, Koreya Başûr, Çînê, Îranê, Fransayê, Almanyayê, Norweçê û Îswîçreyê kamare bicî kirine û cuzdanên 50, 20, 10 dolar di nav da danîne erdê.
Di hemû cuzdanan da agahiyên li ser xwedî, nasname, numreya telefonê, edresa malê hebûye. Carê 50 dolar, carê 20
dolar, carê 10 dolar xistine nav cuzdanan.
Li her welatekî 100 carî ev yek ceribandine. Xwestina bizanibin hela ka li
kîjan welatî cuzdanê çend caran li xwediyên wan vedigerin.
Li Japonyayê: 99 kesî
Li Koreya Başûr: 97 kesî
Li Norweçê: 94 kesî
Li Îsvîçreyê: 91 kesî
Li Kanadayê: 89 kesî
Li Almanyayê: 78 kesî
Li Îngilistanê: 67 kesî
Li Fransayê: 51 kesî
Li Çînê: 47 kesî
Li Tirkiyê: 2 kesî
Li Îranê: 1 kesî
Li Misrê: 0 kesî cuzdan paşda daye.
Ez bawer dikim ne hewceye ez tu şiroveyê bikim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar