Ji do êvarî da ye baranê venekiriye. Hetanî dawiya heftê ewê dom bike û bibe firtone jî.
Îro em hîn ji malika xwe derneketine, me meşa xwe ya rojane
nekiriye. Em debar nakin, emê derkevin.
Ji ber ku em fêrî gerrê bûne, di hundur da bîna me teng dibe.
Xanimê jî qebûl kir, emê kincên xwe yê baranê li xwe kin û herin bîstekê bigerin û werin.
Di hundur da meriv genî dibe yahu. Yên naçin nagerin, wek hefsiyan wer di hundur da ne çawa debar dikin nizanim.
Bijî gerr û azadiya derve !
XXX
Tu însan ne zêdayîye di jiyana me da
Ji hineka sebrê
ji hineka sedaqetê
ji hineka wefayê
ji hineka durûtiyê
ji hineka hezkirinê
ji hineka sextekariyê
ji hineka exlaqpakiyê
ji hineka jî tu fêrî edebê dibî
û ders heta nefesa te ya dawî dom dike
Vîctor Hugo/dibistana jiyanê
XXX
Însan çawa tê naskirin?
Mêr di têrîtiyê da
Jin di tunetîyê da
Ewlad di extîyariyê da
Bira di mîratê da
Heval di rêwîtiyê da
Dost di zoriyê da
tê naskirin
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar