23 september 2024

Serokên kurdan li erebkirina Kurdistanê temaşe dikin

Di malpera Rûdawê da li ser navçeya Mexbûrê xebereke pir muhîm heye. Li gorî Rûdawê nivîsîye li navçeya Mexmûrê pevajoyeke Erebkirinê bi lez û bez dimeşe. 

Heta nuha 49 gundên kurdan vala bûne, ereb lê hatine bicîkirin.

Mexmûr 64 km. dûrî Hewlêrê ye, li ber çavê serokên kurdan, partiyên kurd ereb li Mexmûrê tên bicîkirin, demografiya Kurdistanê gav bi gav diguherînin. 

Serokên kurdan jî li vê dagirkeriyê sêr û temaşe dikin.

Serokên kurdên başûr mala kurdan wêran kirin, zirara wan daye miletê kurd ji ya ereban pirtir e. Jiber bêtifaqî, pûlperestî û kursîperesiyên xwe bûn sebebê kurd welatê xwe biterikînin û ereb gav bi gav Kurdistanê ji kurdan bistînin. Dibê kurd ji van serokên malwêran xelas bibin.
Serokên kurdan li vê dagirkeriya ereban teşa dikin, kes dengê xwe nake.

XXX

Merivê bêdewlet mîna çûka bêper û bêbask e. A ew meriv ez im, tu ye, em kurd in. Em wek teyrê bêper û bêbask in, em bê nasname ne.

Em ya tirk in, ya ereb in; îraqî ne, sûrîye yî ne, ya jî îranî ne.

Her kes li dinyayê bi pasaporta welatê xwe, digere, em kurd miletekî bêpasaport in; em ya tirk in, ya ereb in, ya faris in.

Di bêrîka hinekên me da jî nasnameya hin welatên din heye. Lê nasnama û pasaporta Kurdistanê di bêrîka me kesî da tune ye. Gerek hebe!

 XXX

-Her însan ji diya xwe orjînal dibe; lê gelk jê wek kopyeyê dimrin.

Wîllîam Lake
Hinek jî dibin mirîdên dîn û mirîdên serokekî. Di netîceyê da yên orjînal dibînin pir hindik in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE