30 september 2024

Serokê Îranê Pezîşkîyan ditirse Kurdistan çêbe

Serokê Îranê Mesûd Pezeşkîyan li ser dawiya(taliya) Îranê pir bi xof û tirs e, ketiye panîkê, titirse Îran perçe bibe û Kurdistan çêbe; gotiye:

”Heger li Îranê şerekî hundur derkeve, Azerbêcana Başûr, Xuzîstan, Kurdistan û Belûcîstan ewê ji Îranê veqetin, bibin dewletên serbixwe. Tiştekî bi navê Îranêewê nemîne.”
Pezîşkiyan texmîneke rast kiriye, zû dereng ewê wiha bibe.

Îranê jî bimîne, lê tiştekî hindik. Kurd ewê azad bibin, Kurdistan ewê çi be.

Kurd ewê bibin xwedîyê çar dewletan. Tarîx wiha dixwaze. Ma 23 dewletên ereban tune ye?
Bira yê me kurdan jî bibe çar dewlet.
Mesûd Pezîşkîyan ji avabûna Kurdistanê pir
bi tirs e, lê fêda tirsê ji mirinê ra tune ye. Gava mirin hat tirs pere nake.
Roja çêbûna Kurdistanê hat ewê çêbe. Bûyerên li herêma me diqewimin îhtîmala çêbûna çar dewletên kurdan zêde dike.
Dinyayê fêm kiriye statukoya nuha li herêmê heye ne rast e, rehetiyê, aramiyê nade Xerbê.
Dibê Îran, Îraq, Sûriyê û Tirkiye werin perçekirin, kurd û miletên din bigihîjin azadiya xwe.

Îran çi bike jî dawiya, aqûbeta Îranê texmîna Mesûd Pezîşkîyan e. Tirk jî ji vê aqûbetê ditirsin, lema hewqasî dajon ser kurdan.

 Eğer İra’da iç savaş çıkarsa, Güney Azerbaycan, Huzistan, Kürdistan ve Belucistan İran'dan ayrılarak bağımsız olacaklar, kendi güçlerini oluşturacaklar ve artık İran diye bir şey kalmayacak.

Lînka axaftina Mesûd Pezîşkîyan di malpera X´ê Daily Kurdist da ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE