18 september 2024

Li Libnanê teqînên cîhazan îro jî dom kir

Li Libnanê, li hemberî Hizbullahê îro dîsa teqînên çêbûn. Telefon, cîhazên lêgerînê û hin aletên din teqiyane. 

Di teqînên îro da 14 mirî û 300 birîndar hene.

Tiştê ji do da ye li Libnanê dibe wek fîlmekî Superman û Science fiction e.
Çawa kanin di eynî wextê da hewqas alet, giş jî yên merivên Hizbullahê biteqînin meriv matmayî dimîne.

Ev êrîş ji bo Hizbullahê him têkçûneke mezin e, him jî biçûkxistin e. Fena ku henekê xwe bi Hibullahê bikin.

Ez bi xwe vê êrîşa Îsraîl li hemberî Hizbullahê rast nabînim. Çimkî gelek sivîl, kesên ham û tam jî bûne qurban. Bi êrîşên wiha mesele çareser nabe.

Îsraîl hîn êrîş negirtiye ser xwe, lê bêyî Îsraîl kes tiştekî wiha nake. Ez bawer nakimÎsraîl bigre ser xwe. 

Çimkî di êrîşê da sivîlan jî zirar dîtine, lema jî li dijî qanûnên navnetewî ye.
Şîrketa ew cîhaz çêkiriye jî kane sûcdar be. 

Lê ev jî heye, ji destê Hizbullahê bihata wê yê jî eynî tişt bikira. Û heta zêdetir jî.

Dibêjin Îsraîl haziriya êrîşeke mezin dikir, lê ji ber ku Hizbullah ji êrîşeke wiha ketibû şikê, mecbûr ma zû teqand.

Yanî îhtîmala Îsraîl ji reşayiyê êrîşî Hizbullahê bike heye. Hin pisporên Rojhilata Navîn wê îhtîmalê zêde dibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE