Nabêna serokê Tirkiyê Erdogan û serokê Misrê Sîsî pir baş bûye, biratiya wan ji nuh va desdt pê kiriye.
Erdogan do li Anqerê, li balafirxana Esenbogayê bi helahop û merasimeke mezin çû pêrgî birayê xwe Abdulfetah Sîsî.
Di meha sibatê da jî Erdogan Qahîre zîyaret kir.
Edogan heta demek berê silav nedida Sîsî, gotinên pir giran jê ra dikir, îdareya
Sîsî nemeşrû didît, serokatiya wî nas
nedikir.
Digot ez bi dîktatorekî wek Sîsî ra rûnanim. Mêrik teqlebazekî profs e, ji delemê zûtir viz dibe.
Lê do dev guhert, tiştên berê ji Sîsî ra gotibûn giş ji bîr kir, dest bi
pesindayinê kir, ji ziyareta Sîsî memnûnîyet û kêfxweşîya xwe anî zimên.
Erdogan ji ber xistina serokê Misrê yê berê Musrî, Sîsî pir rexne kir, gotinên nemayê ji Sîsî ra got, ew xist binê erdê. Min çend mumûne ji wan
rexneyên Erdogan wergeran kurmancî.
XXX
1 Mart 2015
Min li platformên navnetewî da got ez Sîsî yê bi darbeyekê
hukim girtiye destê xwe wek serokkomar nas nakim. Dîsa dibêjim. Ji bo min
serokkomarê Misrê Mursî ye. Li Neteweyên Yekbûyî bi wî ra(bi Sîsî ra)li ser
eynî masê rûneniştim. Heger rûnim ezê xwe înkar bikim. Rûnim nikanim bibim
demokrat.
XXX
13 mart 2015
Li ser pirsa tu yê bi
Sîsî ra hevdîtinê bikî ya na, Erdogan got:
Qey tu heneka dikî. Tiştekî wiha ne mimkûn e hevalno. Tiştekî wiha di rojeva me
da tune ye.
XXX
17 haziran 2019
Gelek kesên dixwazin
min bi Sîsî ra li hev bînin hene.Ez ebeden qebûl nakim. Çima?
Ji ber ku ez naxwazim bi antîdemokratekî Mursîyê ji sedî 52 rayên milet girtiye
û hevalên wî di hefsê da dihêle werim hemberî hev. Ez bi wî ra li ser maseyekê
rûnanim.
XXX
19 haziran 2019
”Sîsîyê zalim ê bi darbeyê hatiye ser hukim, nêzî 50 kesî
îdam kiriye. Rojava li hemberî van îdaman bêdeng maye. Li Ewrûpayê îdam qedexe
ye, lê beşdarî civîna Sîsî bûne. Ev ne durûtî ye, sedrûyî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar