25 september 2024

Dibê meriv çend gotinan ji kurdên hevalên hukûmetê ra jî bibêje

Dewlet nahêle kurd zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Dezgehên zimên, mamosteyan digrin.

Do bi ordîyek pûlis li Amedê, Stenbol û Îzmîrê girtin ser hin malan û komeleya zimên MED-DER´ê. 25 kes girtin.

Dewlet eşkere nahêle kurd zimanê xwe fêr bibin, bidin fêrkirin.
Lê dîsa jî hin kurd dev ji hevaltiya vê hukûmetê bernadin.

Dibê meriv ji kurdên hevalên dewletê ra jî çend gotinan bibêje.Bêdengiya wan piştgiriya vê zulmê ye.

Partiyên kurdî gerek bêdengîya kurdên hevalên AKP´ê jî rexne bikin. 

Hevaltiya vê hukûmetê gerek wek xiyaneteke bi miletê xwe ra, wek rûreşiyeke mezin were dîtin.

XXX

Êrîşên pûlisan ser MED-DER´ê, Payiz Pirtûkê û Zarokxana kurdî dibê me bêtir bi zimanê me va girê bide û bibe sebebê em hîn xurttir, hîn bi rik û israr li zimanê xwe xwedî derkevin. zimanê bipeyivin û fêrî zarokên xwe bikin.

Li malê dibê zimanê me êdî kurdî be, dibê em tirkî ji xwe, ji mala xwe dûr xin.

XXX

Go min lawikê xwe şand seferê, ji bo ku mêrekî çê jê derê, çû, hat dîsa kerê berê.

Neyarên me, dagirkerên welatê me tu carî baqil nabin, ji tarîxa xwe û me ders û ibretê nagirin. Di sedsala 21´ê da hîn dijminatiya zimanê miletekî dikin, dixwazin zarokxaneyekê bigrin.

XXX

Dijminê meriva yek jî ziman e. Dibê meriv bi zimanê xwe kanibe, rişma serê wî zêde bernede.

Di medyaya sosyal da hin camêr bi zimanê xwe nikanin. Jin baqil in, bi zimanê xwe kanin.

Dimsa yekî rijiya, got bira xêra bavê min be. Yekî baqil bûye. Tiştê çû dibê meriv nede dû, meke ax wax.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE