01 mars 2024

Tesadufek xweş û rexneyek li Wîkîpedîya kurmancî

Şeva çûnî di nav dosyeka fotografan da ez rastî dosya nivîsên xwe yên NETKURD´ê hatim. 390 nivîsên nûçe, xeberên bûyerên rojane ne. Tarîxa nivîsan 2005-2006 e. Xeberên li ser bûyerên rojane yên wê demê ne. Çend meqale jî hene.

NETKURD di sala 2005´a da dema ji alî Mûrad Ciwan va hat vekirin ez di redaksîyona wê da bûm. Me çend hevalan(Mûrad Ciwan, ez, Mamoste Nûjen, Nîhat Saganda, Şefîq Oncu)bi hev ra ava kir. Belkî çend kesên din jî hebûn, navên wan nayê bîra min. Min du salan tê da her roj nivîsî. Dûra min dev jê berda.

Şeva çûnî ez rastî dosya wan nivîsên xwe yên min di Netkurdê da weşandine hatim. Pir kêfxweş bûm. Netkurd di netê da êdî nayê dîtin, lema nivîsên tê da giş wenda bûn.

Ezê van nivîsên xwe di bloga xwe Hindik-Rindik da biweşînim, bira wek belgeyeke ji bo wê demê bimînin.

Di malpera Wîkîpedîya kurmancî da min li navê NETKURD´ê nêrî. Navê min di nav nivîskarên Netkurdê da tune ye.

Ez du salan di redaksîyona wê da bûm, quncikekî min hebû, min tê da her hefte dinivîsand û xeberên rojane dinivîsand. Lê di malpera Wîkîpedîya kurmancî da navê min tune ye. Di mada nivîskaran da ev nav hene:

”Di Netkurdê de gelek nivîskarên navdar yên kurd, wek Şahînê Bekirê SoreklîReceb DildarHasan Kaya,Mahmud Kilinç,Mûrad Ciwan û herweha M.Şefîq Oncu, Husên Duzen, Ali Yuzen, Yasar Abdulselamoglu her hefte bi nivîsarên xwe malperrê dixemilînin.

Ji bilî van kesî navborî, bi dehan kesên din jî di Netkurdê de wek nivîskarên berdewam yên jî nivîskarên mêvan dinivîsin.”

Bi îhtîmaleke mezin nivîsa Wîkîpedîyayê ji alî Mûrad Ciwan va hatiye nivîsîn, wî navê min sansor kiriye, nexistiye nav nivîskarên NETKURD´ê. Ez wer texmîn dikim.

Me bi Mûrad Ciwan ra Netkurd ava kir, ez di redaksîyona wê da bûm, min nivîs rastdikirin. Quncikekî min hebû, min her hefte tê da dinivîsî û min bi sedan nûçe nivîsîne, lê dîsa jî di WÎKÎPEDÎA´yê da navê min tune ye.

Ji alî tarîxî jî, ji alî exlaqî jî tunebûna navê min ne rast e. Kê ev made nivîsî be rastî negotiye, navê min sansor kiriye.

Navê Enwer Karahan jî tune ye. Enwer Karahan jî demekê di NETKURD´ê nivîsî, navê wî jî tune ye. WÎKÎPEDÎA gerek sansoreke wiha neke, gerek agahiyên rast û temam bide. 

Hêvî dikim ev nivîsa min bibe sebebê rastkirina vê madeyê. Yên kanin vê madeyê rast bikin dibê bikin. Ev berpirsiyarî wek xwediyê NETKURD´ê dikeve ser Mûrad Ciwan jî. Ew kane li ser NETKURD´ê agahiyên rast bide, di Wîkîpedîayê da vê kêmasiyê rast bike. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE