24 november 2023

Rismek û çend bîranînên bi xwe ra anîn


Bi bîrxistina hin parvekirinên salên borî Facebook karekî baş dike. Hafiza meriv nuh dibe, meriv wan roja xeyal dike.

Îro rismekî min ê min 13 sal berê parve kiriye dîsa nîşan daye, gotiye 13 sal berê îro te ev risim parve kir.
Min bala xwe da risim, rojên wê demê, ew mekan, ew atmosfer, karên min dikir, heyecana hazirkirina Armancê hatin ber çavên min.

Cî, Stockholm Alvîk, lokala rojnameya Armancé ye. Destpêka 1980î ye.

Me wira him wek komel, him jî wek redaksîyona Armancê bi kar dianî.

Piştî mektebê ya jî kar, ez raste rast diçûm wir, xeber dinivîsî û nivîsên Armancê redakte dikir.

Xebateke bi ruh û can bû, em bi şev û roj dixebitîn. Carnan hetanî derengê şevan li wir dimam, min nivîs dixwndin û rast dikirin.
Piştî xebateka bi rojan gava Armanc ji çapxanê dihat em ji kêfa difiriyan. Qatkirin û şandina ji aboneyan rad est pê dikir. 

Ew jî ne karekî rehet bû.lê xweş bû, em bi karê me dikir pir kêfxweş û bextewar bûn. Me digot belkî em karekî pir muhîm, pir mezin dikin.

Wext zû çû, xortanîyê zû xatir xwest. Giş bû derew, bû wek xewnekê. Tiştê ji wan rojan ji me ra ma ev risim e û çend bîranîn in. Başe ku ev risim heye.

NOT:
Qazaxê li min mamosteya min Gun Nilsson ji min ra çêkir. Min rîs kirî, model eciband, wê çêkir. Nabêna me pir baş bû. Min jê ra tm qala kurdan dikir.
Ev rismê min yê destpêka 1980î ye. Ez nivîsekê dinivîsînim ya jî rast dikim.

XXX

Ez û xanim nuh ji meşa xwe hatin. Em seet û nîvekê meşiyan.

Lê meşa me hema hema bi çarpiya bû; de de, de de, me bi zor, bi silametî xwe gîhand mal. Erd bûbû bizmar, di rojeke wiha da kal û pîrên wek me ji malika xwe dernakeve.

Lê me carê dabû nav, em venegeriyan. Ji şansê me yê xerab ra riyek jî qûm nekiribûn. Lema meş pir zor bû.
2023-11-23

XXX

Serokwezîrtiya Dîlan Yeşîlgoz xanimê bû derew

Do li Hollandayê hilbijartin hebû. Hîn netîceyên hilbijartinê resmî diyar nebûbû, di medya sosyal da gelek kesan serokwezîrtiya keça kurd Dîlan Yeşîlgoz xanimê pîroz kirin.

Dûra diyar bû partiya Dîlan Yeşîlgozê nebûye partiya yekê û ew jî nebûye serokwezîr.

Yanî serokwezîrtiya Dîlan Yeşîlgozê ne rast e, hin kes zû bi ber bayê derewekê ketine.

Hin kes zû hol dibin, bêyî ku rastî û nerastiya tiştekî baş bizanibin jê bawer dikin û tavilê belav dikin.

Her tiştê di medyaya sosyal tê gotin, tê belavkirin ne rast e, her xebera bi ber çavê meriv dikeve dibê meriv jê bawer neke û tavilê belav neke. Dibê meriv bi îhtîyat be, hinekî lê bikole.

2 kommentarer:

  1. xalo, te bash kiriye tu necuye. Civin taloq bubu.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Piştî min nivîs parve kir, hevalekî ji min ra nivîsî, got, civîn betal bûye, teloqî rojeke din kirine.

      Radera

PARVE BIKE