16 november 2023

Îraq û Kurdistan têk çûye

Berdevkê PDK´ê Mehmûd Mihemed li ser rewşa siyasî ya Îraqê û Kurdistanê gotiye:

“Rewşa Îraqê û herêmê têk çûye û pêşbîniya hejîneke mezin tê kirin.”
Wa ye êdî ew bi xwe jî qebûl dikin ne Îraq tenê, Kurdistan jî têk çûye. Ev îtîrafeke muhîm e.
Tiştê Mehmûd Mihemed gotiye pir cidî ye. Eşkere dibêje li Îraqê û li Kurdistanê îhtîmal heye bûyerên mezin biqewimin, şerekê navxwe dest pê bike.

Tiştê Mehmûd Mihemed gotiye ji bo min ne surprîzeke mezin e, ez jî di nav da, ji zûda ye gelek kes balê dikşîne ser vê têkçûnê û talûkê.

Îraq piştî ketina Saddam Husên tu carî nebû dewleteke bi îstîkrar, Amerîkayê, bi zor şîî, sûnî û kurd bi hev va zamq û şîrêz kirin.
Lê qedeh carê şikiyaye, hûn çi bikin jî bi hev va nazeliqe, dîsa nabe wek berê.
Piştî bi biryara Mahkima Bilind serokê meclîsê Mihemed Helbûsê ji serokatiya meclîsê hat dûrxistin şerê nabêna partiyan, şîî û sûniyan ewê gurrtir bibe.
Ji bo veqetandinê û îlana serxwebûnê ev yek ji bo kurdan fersendeke baş e, lê serokên kurd gelkî dûrî vê gavê ne. Ji dêlî ku ew bi tifaq bin, xwe ji gava serxwebûnê ra amade bikin, li ser kursiyên bindestiyê ketine gewriya hew.
Li Îraqê ereb ewê tu carî li hev nekin. Ji diyarê bilind ra qilawiz ne lazim e, li tu welatê ereb şîî û sûnî ne li hev in. Ev ne bes e, Îran û Tirkiye jî li gelşê zêde bûye, kar û halê wan jî nerindî û fêsadî ye, wan berra hev didin.
Di rewşeke wiha aloz da dibê kurd bi hazirî bin, gava lê hat dibê serxwebûna xwe îlan bikin. Jixwe miletê kurd di 2017´a da îradeya xwe ya serxwebûnê bi %93 diyar kiriye.
Lê tiştê xuya dike serokên me yên îro ne yên kanibin vê gavê bavêjin, tiştekî wiha di rojeva wan da tune ye.

XXX

Tirkiyê heyfa Hamasê ji kurdên Kobanê girtiye. Bi dronerê li Kobanê li otomobîlekê xitine, 3 kes kuştine.

Kuştina kurdan ji xwe ra kirine karekî rojane. Bi deve nikanin diherin hêwid. Bi kerê nikanin dawdişînin kurtên.

Ev zulm ewê ji we ra nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE