13 november 2023

Hudapar bi rexnekirinê dev ji hevaltiya dijmin bernade

Huda Parê do li Batmanê dîsa mitînga piştgiriya terorîstên Hamasê çêkir. Dîsa gotin em hevalên Hamasê ne, qetlîama Hamasê ya 7ê cotmehê pîroz kirin.

Navê mitînga xwe jî kirine, ”Piştgiriya Tofana Aksayê”.

Gelekên wan kincên terorîstên Hamasê li xwe kirine.

Vana kurdên bûne zilam û leşkerên Hamasê, amadene qetlîamên terorîstên Hamasê dubare bikin.

Hamê navê qetlîama 7ê cotmehê kiribû ”Tofana Aksayê”. Huda Par vê jenosîdê diparêze.

Êdî şika vê yekê tune ye, Huda Par milekî Hamasê yê di nav kurdan da ye.

Parastin û piştgiriya qetlîama di 7ê cotmehê da Hamasê li Îsraîl kir ne karê aqil e, di tarîxê da tu hêzeke terorîst qetlîameke hewqasî mezin nekiriye.
Tiştê Hudapar ji bo Hamasê dike, diparêze ji piştgiriyeke însanî, humanîstî gelekî wêdatir e; nîşana tifaqeke siyasî, îdeolojîk, eskerî ye.

Bi parastina vê qetlîama Hamsê dibê meriv ji Huda Parê pir bitirse. Huda Par jî hêzeke wek Hamasê talûke ye, ew jî kane eynî tiştî bike.

XXX
Hudapar ji filistîniyan, ji ereban bêtir bûye hêzeke şûrkêşa Hamasê, nej i bo kurdna, ji bo Hamasê, wek partiyek filistînî her roj li dijî Îsraîl meş û protestoyan organîze dike.

Kincên terorîstên Hamasê li kurdên xapandine dikin, hin kurd jî berdevkiya van karên Hudaparê dikin, dibêjin van tiştan zêde mezin nekin.

Diyar e dilxwaziyek, hevaltiyek ji dil heye, naxwazin hevalên wan werin îfşakirin. Lema girêdana Hudaparê ya bi dewletê va bincil dikin.

Hudapar hêzeke dewletê ya siyasî, legal e, dewlet bi vê hêzê kurdan ji miletperweriyê dûr dixîne, dike artêşeke girêdayî dewletê.

XXX

Amerîkayê li Sûriyê dîsa hêzên nêzî Îranê xistiye. Dibê lêxîne, çare ev e.

Sing di erdê da naçe xwar, heta tunebe ”hima” mîkut.

Îran û hêzên girêdayî wê bêyî mîkut ji tiştekî din fêm nakin. Dibê mîkut ji ser serê wan kêm nebe.

Xwezî ne wiha bûya, xwezî hewqasî ne nerind û belakir bûna. Lê halî hazir tenê zor kane wan rawestîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE