27 november 2023

Her roj nivîsîn ne rehet e

Hin sibehan serê meriv vala ye, tiştekî xweş ê meriv binivîse nayê bîra meriv.

Meriv dide bîra xwe, nade bîra tiştekî li gorî dilê meriv nayê bîra meriv.
Îro rojek wiha ye, tûrikê min vala ye. Bala xwe didim xeberên sosyal medyayê, çavên xwe li vir û wir digerînim dilê min li tu xeberê rûnane.

Ezê bibêjim hin rojan qelema meriv diweste, lê êdî kes qelemê jî bi kar nayne, qelem rabû qilawîye hat.

Serê sibê ya alah, ya fetah naxazim bi parvekirineke ne xweş, dilreşkir we xemgîn bikim, bîna we teng bikim.

Jixwe dilê me têra xwe tije derd, keser û kovan in, naxwazim bi xeber û rexneyeke ne xweş we zêde xembar bikim.

Lê dawiya dawî di malpera Rûdawê da xebereke dilxweşkir bi ber çavê min ket, ez haya we jî pêxim.

Navendek(merkezek) ji bo dijîtalkirina belgeyên tarîxê ên li ser kurd û Kurdistanê hatiye avakirin. Tiştekî pir derengmayî ye, lê dîsa pir baş e, dibê merkezeke wiha hebe.

Bi milyonan belge, risim, xerîte li ser kurd û Kurdistanê hene, her yek li derekê, di kitêbxaneya welatekî da ye.

Dibê ew giş werin dîjîtalîzekirin ji bo ku lêkolîner, nivîskar, dîrokzan jê sûdê bigrin.

Navenda Kurdistanê ya Çand û Hunerê ji nuha da pîroz dikim, ji berpirsiyar û xebatkarên wê ra serketinê dixwazim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE