20 september 2023

Hin zimanzanan tarîx kirine "MEJU"!

Kurmancî di destê me kurmancan da bûye lîstokek zarokan, bûye hevîrê zarokan, bûye seriyê her kes li ser fêrî berberiyê dibe.

Komîsyona Bîranîna Mehmet Uzun li Siwêregê di 10ê cotmehê(10/10-23) da civîneke bîranînê ji bo Mehmet Uzun çêdike. Ewê li Siwêregê Mehmet Uzun bibîr bînin. Anonsa civînê di facebookê da belav kirine.
Komîsyonê ji bo tarîxa civînê bi kurmancî gotiye:
-Meju: 10-10-2023
Kurmancî di destê me kurdan da ketiye êlemanê. Tarîx, wext bûye ”meju”!
Meju çawa dibe tarîx, çawa dibe wext ez fêm nakim!

Meju di serê meriv da ye, organa însên ya herî muhîm e. Her tevger û herekata me bi meju dibe. 

Organa şexsîyetê, fikir û hisan dide me meju ye. Bi xêra meju em difikirin, his dikin, tiştan tîninn bîra xwe.

Yanî meju fonksiyonên laşê me hemûyan, hest û tevgerên me kontrol dike.

Organek wiha nakeve dewsa tarîxê. Tarîx, wext tiştekî din e.

Em ji tarîxê ra bibêjin tarîx problem çi ye, çi ji me, ji zimanê me kêm dibe?

Êdî emê nebêjin di filan tarîxê da hevdu bibînin, emê bibêjin " di filan mejuyî da" emê hevdu bibînin.

Ji dêlî em bibêjin, tarîxekê bide min, emê bibêjin, "mejuyekî bide min"!

Xwedê aqilekî bide me kurmancan û zimanzanên me yên "pir zana"(!)

Ne rast e meriv hewqas rehet bi zimanekî bilîze. Ji bo çêkirina gotina zanînek mezin lazim e.

Lê hin ”zimanzanên” me yên pir zana ji bo ku nebêjin tarîx, nebêjin wext, gotine meju.

Hin kesên din jî wan texlît dikin. Bi hezaran gotinên wiha berradayî, tewşo mewşo çêkirine. Kurmancî kirine gêrmiya gavanan, merin twîttekê fêm nake.

Ev ne cara pêşî ye ”meju” di maneya tarîxê da tê bikaranîn, xeta xwar ji kurdên soran da ye, hin kurmancê me jî bi ber bayê soranan ketine, wan jî tarîx, wext kirine ”meju”!

Eyb e, ne rast e, kurmancî ne lîstoka we ye, hewqasî bi vî zimanî nelîzin. Di her zimanî da peyvên biyanî hene.

Tirk hewqas sal in dewlet in, lê hîn jî dibêjin ”tarîh”, ji tarîxê ra nabêjin ”beyîn”!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE