25 maj 2023

Suleyman Soylu baş li xwe mukur hatiye

Wezîrê karên hundur ê Tirkiyê Suleyman Soylu di kanala CNN Tirkê da çend tiştên pir girîng îfşa kirine. Gotiye hevkariya bi HUDA-PARê ra hevkariyeke sitratejîk e, Tirkiyê ev gav bi zanîn avêtiye, 10 salên din hûnê tesîra wê bibînin.

Li ser mesela şerê bi PKKê ra jî gotiye, ”ew bi PKKê şer nakin, ew bi Amerîkayê ra şer dikin.”
Dîsa li gorî Soylu, Amerîka, ji bo ku civata tirk ji ber hev da bixîne tevgera LGBTê daye çêkirin û komeleyên LGBTê fînanse dike.

Soylu gelek tiştên din jî gotine:
”Amerîkayê Afganîstan kiriye merkeza narkotîkayê ya dinyayê û tîcareta narkotîka dinyayê giş di destê CÎA yê da ye.”
”Her koçberê derbasî Yûnanîstanê dibe haya Tirkiyê jê heye. Tirkiyê 1 milyon û 700 hezar koçber derbasî Yûnanîstanê kiriye.”
Wezîrê karên hundur yê Tirkiyê van tiştan ji bo Amerîkayê dibêje lê Tirkiye dîsa jî mitefikê Amerîkayê û endama NATOyê ye.
Çend gotinên Suleyman Soylu min wergerand kurmancî. Fermo bixwînin.

”Gava herî muhîm a siyaseta Tirkiyê avîtiye gava HUDA-PARê ye. Ev gav ji bona çi hatiye avêtin di salên pêş da hûnê fêm bikin. Gava HUDA-PARê gaveke pir stratejîk e. Tirkiyê di vir da gavake pir stratejîk avêtiye, tesîra vê di 10 salên pêş me da ewê were dîtin.

Em bi PKKê ra şer nakin, em bi Amrîkayê ra şer dikin. Amerîka hatiye li ser sînorê te her tiştî dike. Kî bi kamyonan sîlehan tîne wir em wan ra şer dikin.

Amerîkayê Afganîstan kiriye merkeza narkotîka ya dinyayê. Tîcareta narkotîka ya dinyayê hemû ji alî CÎA yê ve tê kirin. CÎA narkotîka dinyayê îdare dike. Her kes viya zane.

Li welatên wek me Amerîka pera dide komeleyên LGBTan, wan fînanse dike. Baweriya min ev e; Amerîkayê ji bo ku dûzana Tirkiyê ya malbatî xera bike LGBT derxistiye ortê.

 
Piştî ku Daîşiyan Sûriye terikandin, Amerîkayê ew birin li gelîyekî nabêna Turkîstana Rojhilat û Afganîstanê bi cî kirin


Her koçberê diçe derbasî Yûnanîstanê dibe haya mej ê heye. 1 milyon 200 hezar koçber derbasî Yûnanîstanê bûne. 500 hezar jî ji reşayê derbas bûne. Li ser hev dike 1 milyon 700 hezar kes. Di nava van da yên sûrî jî hene, yên afgan jî hene, pakîstanî jî hene."

XXX

Hedefa Cepheya Cumhûr jî, ya Cepheya Milet jî fetisandina kurda ye, kurdan basko bikin, kurdan serkut bikin, ezmê kurdan, liberxwedana kurdan bişkînin.
Yên xwe dost nîşan didin jî vî hesabî dikin.
Tu partiyeke tirkan ne dost û dilxwaza kurda ye, giş dixwazin ji kurdan fêdê bibînin, lê tu mafî nedin wan.Xerabên di ser hev ra ne, kes li bavê kurdan napirse, giş jî dixwazin bi nigê diya kurdan bigrin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE