31 maj 2023

Ez neviyê Selahedîn Eyûbîyê cîhangîrê Qudsê me !

Selhahedîn Demirtaş bersîveke xweş û mêrane dayekeriyên gurên boz û faşîstên tirk.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê da gotibû ”heta ez serok bim Selhedîn Demirtaş ewê di zindanê da be.”
Tirkên lê gudarî dikirin jî gotibûn ”îdam, îdam…”, îdamkirina Demirtaş ji Erdogan xwestibûn.
Selhedîn Demirtaş bersîveke xweş daye faşîstên gurên har, gotiye:

”Ezê ji we ra bibêjim hûn nikanin çaktê min jî bi darda kin(îdam bikin)lê hûn ne hêjayî wê ne jî. Tenê ezê ji we ra viya bibêjim: Ez neviyê Qumandarê mezin Selahedîn Eyûbiyê kurdê cîhangîrê Qudsê me. Gava ew roj hat, ez sozê didim, ezê li hemberî we hemûyan adil hereket bikim.”

Her bijî, bersîveke pir mêrane daye gurûhên irqçî, faşîst. Hêvî dikim dev ji vê retorîka xwe ya kurdperwer bernede, vê xetê bidomîne.


XXX

Hespa terqiya ker û kûçikên bi dorê kevin. Ji Kemalê dêrsimî ra xerab hat, ker, kûçik û gur bi dorê ketine, dikin dabarînin. Giş sebebê têkçûnê dikin sûcê wî. Ji yê diz û hîlebaz, sextekar ra tiştekî nabêjin, giş kevir û kuçikan li Kemalê dêrsimî dibarînin.

Lê wî jî ev yek heq kiriye. Eslê xwe înkar kir, xwe kir û hevalê wan. Nuha jî dixwazin ji nava xwe biqewitînin. Baş dikin

Heger Kiliçdaroglu beranê biskobûya ewê di nav keriyê bavoda bûye, nediçû nav keriyê tirkan.

XXX

Dawiya dawî Erdogan gihîşt miradê xwe, tiştê ji zûda ye xeyal dikir bi rast gerîye, serokê Amerîkayê Joe Bîden do telefonî wî kiriye, serketina wî ya di hilbijartinê da pîroz kiriye.

Erdogan rojeke wiha pir pa, pir xeyal kir, lê axirê do, berî mirina xwe ew roj dît, dengê Bîden ket guhên wî, Bîden bi nezaket pê ra peyivî, ew pîroz kir.

Bi payina rojeke wiha kevzikî bûbû, lê axirê Xwedê lê hat rahmê, dîtina wê rojê kir nesîbê wî.

Êdî mirin were jî ne xem e, ser sera, ser çava...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE