19 maj 2023

Beşar Esad û ereb li hev hatin

Federasyona Erebî îro li Erebîstana Siûdî li bajarê Cîddeyê civiya. Piştî 12 salan serokê Sûriyê Beşar El Esad jî beşdarî civînê bû.

Yanî meriv kane bibêje êdî nabêna wî û ereban baş dibe. Serkêşiya vê nabêncîtiyê Erebîstana Siûdî dike. Siûdî çi bike welatên din didin dû. Çimkî mezinê ereban e.

Gelo lihevhatina Esed û erebên din ji bo me kurdan baş e ya xerab e?

Ji bo me ya girîng ev e. PYD çi dibêje, dîtina kurdan li ser vê meselê çi ye gelkî muhîm e.

Li hemberî Tirkiyê ereb alîkariya Esed bikin baş e. Lê di beyana civînê da li dijî dagirkeriya Tirkiyê tiştek tune ye, negotine dibê Tirkiye  leşkerên xwe ji Sûriyê vekşîne.

Lê li alî din bang li Tirkiyê kirine, gotine dibê Tirkiye bêyî şert û merc leşkerên xwe ji Îraqê vekşîne.
Ev baş e.

Feqet Tirkiye guh nade bangên wiha, hetanî Tirkiye neyê mecbûrkirin ne ji Sûriyê, ne jî ji Îraqê dernakeve, heger bikanibe ewê erd û bajarên kurdan ên dagirkirine gişan bi xwe ve girê bidin. 

Heta Erdogan li ser hukim be ji derên dagirkirine venakşin, dibê zorê bibîne.

XXX

Serokê CHPê û nemzedê serokatiya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu bi tirkên irqçî, faşîst ra ketiye reqabeta nasyonalîzmê, pantirkîzmê, bi dengekî bilind, bi qîrîn ji Erdogan ra gotiye:

”Tu bi terorîstan ra li ser masê rûnişt. Ez bi rêxistinên terorîsta rûneniştime û ezê tu carî jî rûnenim...”

Ê madem wiha ye, madem tu yê bi kurdan ra ra rûnenî û mesela kurd û Kurdistanê çareser nekî tu ferqa te ji Erdogan tune ye.

Ji bo ku te gotibû tu yê di meclîsê da ”mesela kurdî” çareser bike ji sedî 70ê kurdan ray dan te.

Lê wa ye tu bi faşîstên tirk ra ketiye reqabetê, tu dixwazî xwe ji wan bêtir pantirkîst û antî-kurd nîşan bidî.

Beyan û axaftinên te yên piştî hilbijartinê nîşan dide tu jî wek Erdogan neyartiya kurdan dikî, tu dixwazî bi vê neyartiya xwe bi kurdan ra rayên tirkan bigirî.

Heger tu yê jî wek Erdogan ji partiyên kurdan ra bibêjî terorîst û tu yê bi wan ra rûnenî, dibê kurd vê ca<rê rayekê jî nedin te.  
Di hilbijartina 14ê gulanê da min raya xwe da te, lê vê carê ezê neçim ser sindoqê, tu ray mayan nedim te. Çimkî tu ne layiqî raya min û raya miletê kurd î.

Bi vê retorîka pantirkîst û antî- kurd tu rayên kurdan nagirî, vê carê rayên te ewê dakeve binê %40î.
Tirsonekekî wekî te nikane tu tiştekî bide kurdan, îhtîmala tu ji Erdogan jî xerabtir bikî heye. Çimkî tu ne merivekî cesûr î, tu ne merivekî baweriyê yî. Tu ne dîwarekî saxlem î. Tu carê bûyî tirk, tu hew baş dibî.
Însanê eslê xwe înkar bike hesinekî xerab e, ne dibe kêr, ne dibe dahs. Bişkul bi şuştinê nabe şekir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE