Rojê îro jî bi xebereke nexweş dest pê kir. Zarokên di erdheja Mereşê da sêwî mane dewletê dane terîqetan.
Xedêgiravî wezîra Malbatê û Xizmetên Civakî Derya Yanikê
gotibû: “Me zarokên mexdûrên erdhejê nedaye tu şexs, komele, weqif ya dereke
din.”
Lê wa ye derketiye ortê 110 zarok li Semsûrê li gundekî li ba Terîqeta Menzîl in. 9 zarok jî li Sakaryayê li ba Terîqeta Îsmaîl Axa ne.
Piştî erdhejê gelek malbatên kurd xwestin zarokên sêwî bikin
ewladên xwe, lê dewletê zarok nedane wan, bi sedan zarokên kurd bi dizî li
terîqeta belav kirine.
Dibê komele û partiyên kurd li vê meselê xwedî derkevin û
van zarokan ji destê van çeteyên terîqetan xelas bikin.
XXX
Ji anket manketên tirkan ên li ser kurdan misqalekî bawer nekin, piranî derew û
dezînformasyon in.
Tiştê herî biçûk yê di eleyhê kurdan dikin deve, tiştê di
lehê wan da jî ya tahrîf dikin ya jî bincil dikin.
Xortekî bi navê Mazlum di twîtteke xwe da gotiye, ”6-7 sal
berê yek ji bo anketekê hat ba min. Pirsên wî li ser kurdan bûn. Min anket
dagirt û dayê. Bala xwe da pirsan, dîn bû, got:”Hûnê nikanibin vî welatî perçe
bikin, emê nehêlin…”
Ez bawer dikim her kurd zane medyaya tirk, anketên tirkan ne
çavkaniyên meriv jê bawer bike. Ew çi dibêjin hûn eksê wê fêm bikin.
XXX
Van rojan li Tirkiyê serokên gurên har zêde bela xwe di
kurdan didin, li pey hev êrîşî kurdan dikin. Dibêjin gerek kurd tim bindest û
bêmaf bin, gerek siyasetmedarên tirk silavê jî nedin kurdan.
Dewlet li pişta wan e, lema diwêrin her gefê li kurdan
bixwin.
Sihûda meriv xerab be kûçikê qela jî tê meriv, merivê herî tewtewe, qeşmer jî dev davêje ji meriv da.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar