Swêd û Fînlandiya bi Tirkiyê ra bazara teslîmkirina kurdan
dikin. Ewê kanibin kurdan bifroşin Tirkiyê ya na hîn ne xuya ye.
Lê îhtîmala
emrê Recep Tayyip Erdogan bi cî bînin pir zêde ye. Swêdî di beyanên xwe da vê sînyalê didin.
Berpirsên fînî û swêdî zû teslîmî Erdogan bûn, feqîran ala sipî zû hildan. Dibêjin teslîm !
Erdogan fêm kiriye pere û zor kevir jî nerm dike. Ji bo wê jî mêrik nikg kutaye
erdê, xwe li fînî û swêdiyan soromoro dike, azaran dide wan.
Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson feqîro qutifîye, ji bo ku Erdogan nerm bike nameyek jê ra şandiye, gotiye di mesela terorîzmê da em jî wek we difikirin, me çi soz dabe we, emê yek bi yek bi cî bînin.
Wezîrê karên derve Tobias Billstrom ji serokwezîr xerabtir kir, got ”Tirkiye welatekî demokratîk e, lê hin kêmasî hene.” Yanî Erdogan zeyt dike, serê xwe jê ra ditewîne.
Erdogan bi şalûziyên wiha bêfêde dikene.
Erdogan dîktatorekî pir zalim e û xedar e, dema yê hember wî ne tu mêr be ewê baş pê li serî dike, rind di gerekê digerîne.
Erdogan ji pîskirina serokên ewrûpî pir hez dike, zewqek mezin jê digre. Ji bo wê jî li hemberî serokên ewrûpî pir zimandirêj û bêedeb e.
Min digot belkî fînî serê xwe jê ra netewînin, çavsoriyê
qebûl nekin.
Lê şela wan a hetanî nuha ez xeyalşikestî kirim, ew jî teslîmî Erdogan bûne.
Erdogan baş fêm kiriye yên hemberî wî siyasetmedarên xeşîm in, pir newêrek in. Lema
jî ewê wan pir bêşexsîyet bike, daxwazên xwe jî bi wan bide qebûlkirin.
Kurd miletekî bêkes û bêpişt in, lema fînî jî, swêdî jî pir rehet kanin kurdên
Erdogan dixwaze teslîmî Tirkiyê bikin.
Ne perê me heye, ne zora me ye. Ne em kanin kesî bikirin, ne jî kanin
bitirsînin.
Erdogan him dikire, him ditirsîne. Ji bo wê jî Erdogan ewê qezenc bike.
Swêd û Fînlandya heger kurdan teslîmî Tirkiyê bikin ewê ne kurdan tenê,
demokrasiya xwe jî, edaleta xwe jî, şan û şerefa xwe jî teslîmî dîktatorekî
bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar