06 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -141-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-06

Civîna Komîta Karger a Federasyonê
Îro civîna Komîta Karger a Federasyonê hebû, Şiyar tenê hat civînê, hevalên din kes nehatin.

Şiyar(Harûn Elîaçik) rapora aborî(malî)anîbû, lê hin çewtî tê da hebûn. Me ji nuhve nivîsî. Min ji Şiyar ra got dibê tu 50 nuxse fotokopî derxînî ji bo ku em di kongreyê da belav bikin.

Şiyar bi rê da ji min ra got, ”ne mimkûn e em bi hevalên Riya Azadî ra têkevin komîta karger.”
Ev problem e, dibê komel hemû bi hev ra bixebitin, ya na Federasyon çênabe.

XXX
1986-06-06

Me civîna redaksîyona Berbangê çêkir.
Ez, Henefî Celeplî, Mueyid Teyib, Bavê Nazê beşdarî civînê bûn.
Henefî midaxela xwe ya nivîsa min wek şaşî qebûl kir, got midaxela min bi wî rengî şaş bû.
Lê Bavê Nazê û Mueyid berê gotibûn emê di civîna jimara din da li ser bipeyivin. Min ev biryara wan şaş dît.
Piştî hinek axaftin min got ez nivîsa xwe nadim Berbangê.
Min nivîsa xwe girt. Ji bo nivîsekê em dikin goştê canê hev bixun.
Însan kêçê dikin deve, nizanim kîjan gotin tê çi maneyê.
Min heyra ya baş ez nivîsa xwe naweşînim.


XXX

1996-06-06

Min xatiratên(bîranînên) Theoder Herzl îro qedand. Dewleta Îsraîl a îro berhema xabata Herzl e. Heger ne xebata Herzl bûya îro ewê dewleteka yahûdiyan bi navê Îsraîl tunebûya.

Ne mimkûn e meriv nebe heyranê ezm û xebata wî. Merivekî biryar daye di nav 50 salî da ji miletê xwe ra dewletekê ava bike û bi rastî ava kiriye.

Erê wî bi çavên serê xwe nedît, lê ne xebata wî bûya ew xelasî nedibû hedefa yahûdiyan.Çimkî Herzl digot xelasiya me, rehetiya me di dewleteke cihû da ye, digot ya emê bibin xwedî dewlet ya jî emê heta û heta di nav vê perîşaniyê da bijîn û biqedin.

Heger Herzlekî me jî hebûya nuha dewleteke me jî hebû. Xwezî Evdila Ocalan jî bi bibûya Herzlê me kurdan, lê wê hêvîyê nade min. Hêvî dikim bibe.

XXX
2020-06-06
Ji Hêja Netir ra
Êvara te bi xêr !
Hêja xanim, min li programa te ya Stêrk TV temaşa kir. Progvrameke pir xweş e. Di sitrana xwe da tu dibêjî:
 ”Hiriya bizina, hiriya karika.”
Ez bawer dikim tu zanî ya bizin û karikan ne hirî ye, mû ye. Lê tu çima ji mû ra dibêjî hirî min fêm ne kir.
Tu kanî bibêjî ”mûyê bizina, mûyê karike” û xweş jî lê tê…
Ez dibêjim yeka wek te kurmancî rast bipeyive baştir e.
Bi silavên biratiyê, bimîne di nava xêr û xweşiyê da.
Ez zanim program ne nuh e, 29ê nîsanê ye.

Hêja xanimê bersîv daye, gotiye tu rast dibêjî, ”min sitran wer bihîst, min li ser lêkolîn nekir”, lema jî wer bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar