Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-05-31
Çûm civîna bîranîna şairê mezin Hêmin Mukrîyanî(1921-1986).
Civîn li Stockholmê li Odenplanê bû. Saet di 13a da dest pê kir. Civîn
Federasyonê hazir kiribû. Di civînê da Cimşîd Heyderî li ser xebat û jiyana
Hêmin peyivî, ew da naskirin. Qala şairî, rexnegirî û xwergerên wî kir.
Xebat Arif çend şiîrên wî xwendin. Him şiîr xweş bûn, him Xebat Arif xweş
xwend.
Piştî civînê ez û Dr. Nacî Kutlay bi hev ra çûn mala wî. Me
bi hev ra xarinek sivik(mirîşk)çê kir. Tuxtor di xwarinçêkirinê da jî jêhatî
ye.
XXX
1999-05-31
Doza vê sedsalê îro li Tirkiyê dest pê kir, lê girtiyê dozê
Abdula Ocalan li gorî hêviya jê dihat kirin û li gorî hereketa temsîl dikir qehremanî
nekir.
Pirr mixabin Ocalan di mahkimê da ji dijmin ra serê xwe tewand û xwe pîs kir,
tiştê tam li gor dilê tirkan got.
Di jiyana xwe da tu carî hewqasî xemgîn û xeyalşikestî nebûme. Ji bo min îro rojeke herî bi jan û êş e.
Lê wî ev hêviya hevalên xwe, gelê xwe ji binde şikand û xwe anî pênc peran.
Di mahkimê da ketibû hewla ruhê xwe, ji tirsan qutufî bû, digot dibê ez bijîm. Dema ez bijîm û dewlet îmkanê bide min ezê di nav sê mehan da gerîlla ji serê çiyê daxînim.
Dîsa got ne fizîkî û ne jî psîkolojîk tu îşkence li min nehatiye kirin û gelkî qedrê min girtin e.
Ev jî ne bes bû ji malbatên ”şehîdan”(!) yanî tirkan jî çend caran uzrir xwest.
Li ser vê ji abûqatan Ercan Kanar û Hesîp Kaplan mahkime terk kirin.
Ji xwe wî bi xwe jî nehîşt abûqat wî biparêzin. Ji dêlî parastineke siyasî ve bi liberger û stuxwarkirinê xwest dewletê bixapîne.
Ew tiştê ku tirk jê ditirsiyan, yanî ewê dewletê were mahkimekirin qet nehat rojevê, pûç derket, mahkimê li gorî dil û pilana dewletê dom kir.
Medyaya tirk ji kêfa direqise, nizane çi bikin. Çimkî mahkime tam li gor dilê wan dimeşe, tiştê dewlet û tirk jê ditirsiyan wer derneket, Ocalanê bûbû serokê serîhildana kurdan a herî mezin, herî muhteşem pir bêzirav derket, di mahkimê da ala teslîmîyetê li ba kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar