Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-05-11
Aslan(Mehmet Kaya) û diya xwe îro mîvanên me bûn. Me navroj
bi hev ra xwar. Zarokan kêf kirin, di şekir da man. Bîna me bi hev fire bû.
Dûra Seîd Aydogmuş jî hat. Bedriye û Aslan çûn Uppsalayê. Seîd ma. Em bîstekê
li ser derketina ji Sol Bîrlikê(Yekîtiya Çep)peyivîn. Min dîsa biryara Koîta
Merkezî rexne kir. Wî jî got derketina mej i Sol Bîrlikê rast e, parast.
1987-05-11
Min bilêta diya xwe jê ra şand Anqerê. Pir kêfxweş im, diya min ewê were.
Di hefsa Almanya da ez ditirsiyam ezê zû neyêm berdan, ya jî ewê min teslîmî Tirkiyê bikin, ezê diya xwe li Swêd di azadiyê da nebînim.
Min ev tirsa xe nedida der, lê tirsa ewê min teslîmî Tirkiyê bikin tim di dilê min da hebû.
Min digot heger min teslîm bikin zarokên min, xanima min ewê perîşan bibin. Lê şansê min heye wer nebû, ez hatim berdan û diya min jî wa ye tê. Kêf kêfa min e...
1996-05-11
Salim Çelîker em ezimandin mal. Em çûn. Bêyî me ban Abid
Dundar û Fexrî Olçer jî kiribû.
Bi çûn hatinên wiha bîna meriv fire dibe. Meriv tim di hundur da genî dibe. Em
çend heval carnan bi bi ser hev da diherin û tên.
XXX
1989-05-11
Mûrad Ciwan îşev bi trênê çû Almanyayê. Min ew rêwî kir. Di vegerê da li T.Centralê rastî Aslan Kaya hatim. Tu nema bû min nas nekira. Pir xera bûbû, zeîf ûbûbû. Min xwest bizanibim nexweşiya wî çi ye, lê mesele guherand, tiştek negot. Ez jî zêde bi dû neketim.
1999-05-11
Heyder Diljen got MED TVê bi eynî şêrketê ra peyman îmze kiriye,
di nav van çend rojan da ewê dest bi weşanê bike.
Di destpêkê da ewê rojê 6 seeta û ne zindî be.
Wer xuya dike şîrket dixwaze demekê wan biceribîne. Lê dîsa jî ji tunebûnê
çêtir e. Bi kêmanî ewê dewlet bibehice.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar