Keşe hinekî nerehet bû, çû ser tuxtor. Tuxtor ew baş miayene kir û dûra jê pirsî:
-Di xew da tu qet dipeyive?
Keşe hinekî da bîra xwe, got:
-Na, ez di xew da napeyivim. Lê belê carnan li dêrê dema
hinek radikevin ez dipeyivim.
Rewş
Bijîşk çend meh bûn miayenexana xwe vekiribû. Rojekê nasekî
wî jê pirsî, got:
-Karê te çawa ye? Hêvî dikim baş diçe.
Bijîşk bi rûkenî got:
-Şikir baş diçe. Êdî carnan ji nexweşan ra dibêjim hûn rehet
bûne, tedawîyê diqedînim.
Nexweşîya herî xerab
Hevalên tuxtor jê pirsîn:
-Tuxtor, bi ya te nexweşîya herî xerab kîjan e?
Tuxtor got:
-Nexweşîya dil.
Gotin çima ?
Got:
-Çimkî nexweş hewqasî zû dibe, em pê ra nagînin perê
vîzîtê(miayenê) jê bistînin.
Du serxweş ji meyxanê rabûn, li ereba xwe siwar bûn û ketin
ser riya bajêr. Yê erebe dajot ji yê din pirsî:
-Ma em gihîştin bajêr?
-Erê, em gihîştine nêzî bajêr.
-Te çawa fêm kir?
-Ji ber ku însan ji ber me vir da û wê da direvin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar