07 augusti 2021

Dengê baranê û nanpêjî

 


Dinya ewr e, ewrekî reşî giran e. Ximîna baranê xweş tê hundur. 
Xanim li ber telewîzyonê di xew ra çû, rabû çû xwe dirêj kir.
Ez tik û tenê me. Bêyî ximîna baranê dengê tiştekî nayê. Bêdengî ji qelebalixiyê xweştir e.
Tembelî ne baş e, dibê meriv karekî bike. Nanê min qedîya bû, min got ji îro çêtir tuneye.

Min sominê xwe ji firnê derxist, xweş birijîye, bûye kulîlk.
Di rojên ewr û baran da xwendin û raketin xweş e.

Ya rast li ber dengê baranê xewa min jî tê, lê ez nikanim rakevim. Saetek din texsî ewê were kitêban bibe Kitêbxana Kurdî. Lema ez xwe vir da wê da dixapînim, heta saet bibe 13.00.

Dûra hela ez binêrim ezê çi bikim.

Heger xew xatir ji min nexwaze ezê rakevim, heger çû jî ezê bîstekê bixwînim û dûra jî berê xwe bidim twîtterê, medyaya sosyal, hela ka kê çi gotiye.

Kî zane belkî îro ez rastî xeberekê xêrê werim. Surprîzên dinyayê pir in, carnan meriv xemgîn dikin, carnan jî dilşa dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE