29 juni 2021

Zirzopekî devbelaş heqaret li Şêx Seîd kiriye !

 


Namerdekî bi navê Candan Badem, di roja şehadeta Şêx Seîd û 46 hevalên wî da di twîtteke xwe da heqareteke pir bêedeb li Şêx Seîdê gurrbihuşt kiriye.

Gotiye ”yên kevneperestekî wek Şêx Seîd bi hurmet yad dikin, heger ew jî ne dîndar in, di nava xeflet û delaletê, hetta di nava xiyanetê da ne.”

Yanî li gorî vî namerdê zirzopê xwenezan kesên ji Şêx Seîd hez dikin, kesên wî bi hurmet yad dikin ya cahil, nezan in, di nava xefletê da ne, ya jî xayin in.

Go gurrîyo navê min li te, kumê min li serê te, zirzopê bêedeb haya wî ji xiyaneta wî tuneye.

Ji wî wetnê dîplomeya wî, ew kiriye meriv. Bi dîplomayê meriv dibe xwedî sinetekî, lê belê nabe însan, nabe merivekî giran û bi edeb. Îspata vê jî ev twîtta Candan Badem e.

Dîploma zanîngehê Candan Badem ne kiriye însan, ne jî ji zirziopîyê, ji bêedebîyê û ji cahiliyê xelas kiriye.

Yên însan be, bi kultur be, ehlaq pê ra hebe di roja îdama 47 kesan da heqareteke hewqasî giran li rîsipîyekî miletperwer, mezinekî bi milyonan kurd jê hez dikin nake.

Bi îhtîmaleke mezin ev zirzopê devbelaş, bi van gotinên xwe yên bêedeb ji hin kesan ra şelafiyê dike, dixwaze xwe bi hukûmetê şîrîn bike, bide efûkirin. 

Zîya Paşa gotiye:
”Her hespa tu dibînî hema nebêje lê tê siwar bûn. Sirrê xwe nede dostê xwe, hinekên wan sist in. Tu kurtanê zêrîn jî li kerê kî, ker dîsa jî ker e.”

Candan Badem zanîngeh xwendîye, bûye akademîsyen, lê dîplomayê ew ji zirzopîyê xelas nekirîye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE