Tirkiye êdî wek li bakur, li başûr jî gundan vala dike, dişewitîne, xelkê ji gind û malên wan derdixe, bi çolan dixe.
Bi topbaran û bombebaranan 10 gundên Zaxo vala kirine. Gundî ji malên xwe reviyane, kes newêre here mala xwe, ser zeviyên xwe.
Bi bombebaranan agir bi daristanan ketiye, agir gihşştiye
nava gundê Kêste.
Kurd ev kurd bin, hukûmet ev hukûmet be, sibe dor ewê were
bajaran. Sibe jî dor ewê were Zaxo, Amediyê û Dihokê jî. Tirk Kurdistana başûr
hêdî hêdî dagir dikin.
XXX
Tirk hemû, ji kîjan fikrê, ji kîjan îdeolojiyê dibe ferq
nake, giş neyarên kurdan, yahûdiyan û êrmenîyan e.
Tirk giş antî-semît, antî-kurd, antî-êrmenî ne.
Serokê dîyanetê jî wisa ye, serokê partiya komunîst jî wisa
ye. Giş nazîstên di ser hev ra ne, serokê dewletê jî wisa ye.
Partiya Komunîst a Tirkiyê gotiye “ew daxwaza gelê filistîn
a serxwebûnê rast û bi heq dibîne, piştgiriyê didê.”
Lê ew li dijî serxwebûna kurda ye, dagirkeriya dewleta xwe
diparêze.
Partiya Komunîst tenê ne wiha ye, dîndarên tirk jî eynî tiştî
dibêjin.
Partiyên tirk giş, di her warî da destegê didin micadele
filistîniyan a ji bo serxwebûnê. Lê hemû jî li dijî azadî û serxwebûna kurdan
in, giş dixwazin kurd tim blindest û koleyên tirkan bimînin.
Û him jî ne li dijî kurdên bakur tenê wiha difikirin, li
herçar perçên Kurdistanê neyartiya kurdan dikin, kurdên serxwebûnxwaz neyarên
xwe dibînin.
Kurdê, tirkê tiştê ji filistîniyan ra dixwaze ji kurdan ra nexwaze ew durû ye, irqçî ye, neyarê miletê kurd e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar