Li Îranê di meha remezanê da hêzên dewletê yekî kirmanşanî
ji ber ku li derve cixare kişandiye digrin.
Him bi xwe lê dixin, him jî ji xelkê
dixwazin ew jî werin lê xin. Çimkî lêxistina wan xêr e, ewê bibe wesîleya ew
herin bihuştê.
Pantorê wî jê dikin û bi daran bi qûna mêrik dikevin. Piştî
lêxistina xwe diqedînin, wî berdidin. Mêrik berî pantorê xwe li xwe ke, ji xelkê
li dora xwe ra dibêje:
-Heger kesekî din ê dixwaze here bihuştê tunebe, ezê derîyê
bihuştê bigrim.
Matmayîn
Yekî dîn di ber dibistanekê ra derbas bû. Dema li hewşa
dibistanê çavê wî bi koma zarokan ket, matmayî ma, got:
-Hahooo, çiqas zarokên vê malikê hene ! Mirîşk jî nikane
hewqas çêlik derxe…
Rezîl
Li Îranê di hilbijartinên serokkomariyê da, hin alîgir û
berendam di propagandayê da digotin:
-Ewên dengê xwe nedin filan partîyê û filan namzetî ji filan
xelîfeyî jî rezîltir in.
Yên li hember wan jî digotin:
-Na wele, esas ewên dengê xwe bidin wan ji filan xelîfeyî
rezîltir in.
Kurdekî li wan guhdarî dikir, gotiye:
-Xelîfeyê hêja, heya vira bes, êdî ez jî te naparêzim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar