23 april 2021

Ez hiş nakim !

Kurdekî baş bi kurdî nizanîbû ji partiyeke kurd bûbû namzedê parlamentoya Tirkiyê. Li qezayeke bajarê xwe di civînekê da derketibû ser kursiyê û dipeyivî:

-Ey xelkê min î bi rûmet û bi qîmet!
Dîya we dîya min e. Bavê we bavê min e. Birayê we birayê min e. Xuşka we xuşka min e.
Hat heyecanê, bi şaşî got:

-Jina we jina min e…

Hevalê wî bala xwe dayê mêro zêde da nav, niucandê, hêdîka jê ra got:

-Zêde pê da neçe, te em rezîl kirin, hiş be !

Lê mêrik carê hatibû heyecanê, hew kanîbû xwe ragirta. Hevalê xwe wê da dahf da, bi hêrs got:

-Hişmiyorûm, hişmiyorûm! Hiştik, hiştik, bû hallere duştuk !

(Ez huş nakim, huş nakim! Me huş kir, huş kir, em ketin vî halî. Yanî me deng nekir, me deng nekir, em ketin vî halî).

 

Nimêj

Mêrik yekî bênemaz bû, jina wî jî yeka nîvsofî bû. Jinik rojekê pê da xeyidî, jê ra got:

-Heta nuha rojekê jî nigê te bi hundur mizgeftê nebûye, rabe îro her du rikat nimêja xwe bike û were.

Mêrik bi bêdilî berê xwe da mizgefta gund. Bala xwe dayê mizgeft girtîye, mele hîn mizgeft venekiriye. Berê xwe bi jor da kir, got:

-Xwedayo, baş bû ji Te bû, ne ji min bû !

 

Te çer lêxin bihîst...

Li zanîngeheke Stenbolê di nava xwendekarên kurd û tirk da ji çend rojan carê şer û pevçun derdiket.

Gava şer derdiket, yekî tirk tim di nav lepên xwendekarên kurd da dima û têra xwe lê dixistin, dev û ruyê wî lê dikirin balon û kerikonekî reş. Rojekê bi hevalekî xwe ra dipeyivî, jê ra got:

-Yaho, di her şerî da ez dikevim nava lepên kurdan û min perîşan dikin. Di her şerî da ez birîndar dibim. Lê tu, tu carî nayê girtin, tu tim saxlem xilas dibî. Hela ka ji min ra bibêje tu çi dikî, çawa xelas dibî?

Hevalê wî got:

-Te çer qîjewîjek û peyva LÊXIN bihîst, bireve, tu yê bi silametî xelas bibî…

 

Lêxe lêxe…

Jinikê dewarê xwe bir berda nav naxira gund, gêvîn (gavan) bela xwe tê da. Mêrê jinikê dî gavan bela xwe di jina wî dide, çû wî û gêvên li hev xistin. Gava mêrê jinikê diket ser dilê gêvên, jinikê digot:

- Lêxe, têr lêxe, kîrê kera di diya wî ke, ji tirsa wî kes newêre dewarê xwe bîne nav naxirê.

Dema gavan diket ser dilê mêrik, jinikê vê carê jî digot:

-Lêxe lêxe, kera di dê gao, ne dine meriv, ne jî dihêle kes di meriv ne.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE