Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî şehîdên nemir
ên kurd û Kurdistanê ne, ewê tim di dilê miletê kurd da bijîn !
Pêşewa Qazî Mihemed, serokê Komara Kurdistanê, wezîrê parastinê Seyfî Qazî û birayê Qazî Mihemed Sadrî Qazî di 31ê adara 1947a da li Mahabadê, li Meydana Çarçira ji alî rejîma şahîtiyê ya xwînxwar ve hatin îdamkirin.
31ê adarê û Meydana Çarçira di dil û hafizeya kurdan da
birîneke kûr e, şopeke mezin hîştiye. Miletê kurd vê roja reş tu carî ji bîr
nake.
Ez, di 74 salaiya şehadeta wan da, Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî
Qazî û Sadrî Qazî bi hurmet bibîr tînim….
Qazî Mihemd şehîdên Kurdistanê giş nemir in…
Qazî Mihemedê nemir di mahkimê da awirekî tûj da serleşkerê ecem û wiha got:
”Mirina bi şeref ji jiyana bindestiyê baştir e. Belê, çend deqîqeyên din ez bi
werîsê sêdara îdamê ve daleqandîme, lê ez we di binê sola di nigên xwe da
dibînim.
Min ji bo netewa kurd azadî kire fîrûze, hûn Mihemedekî dikujin, bes
ji her dilopeke xwîna min bi hezaran Mihemed tên dinê, bi îdamkirina Mihemedekî
azadiya gelê kurd ji nav naçe.”
”Ew ji bo miletê kurd Gandî bû, lê belê kurd ji bo wî ne
hindî bûn.”
Xanima Qazî Mihehed Mîna Qazî
Mîna Qazî, ji milê çepê ya serî, ya rûliken
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar