Hikûmeta Katalanya ya Otonom, ji bo îdareyeke(statuyeke)
hîn firehtir û mafên hîn zêdetir pêşniyarek da parlamentoya Îspanyayê.
Fermandarê Hêzên Bejayî yê Sevîlla General Jose Mena, li dijî vê pêşniyara
hikûmeta Katalanyayê derket û got:
-Heger sînorên Qanûna Esasî werin binpêkirin(îhlalkirin) ewê
mudaxeleyeke leşkerî çê bibe.
General Jose Mena, ji ber van gotinên xwe 8 rojan bi hefsa di mal da hate cezakirin. Belê, Serfermandarê Artêşê û Wezîrê Parastinê li hember van gotinên Mena, bê
deng neman, tavilê hesab jê pirsîn û ew ceza kirin.
Gelo li Tirkiyê tiştekî wiha mimkûn e?
Ji ber ku ne mimkûn e, ji ber ku li Tirkiyê tradîsyon û
demokrasiyek wiha tunye, loma Tirkiye nikane bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê. Û
heta ku tirk negihîjin vê nuxteyê, ew kortika hustuyê xwe jî bibînin, ew
nikanin endametiya Yekîtiya Ewrûpayê bibînin.
Wezîrê Parastinê Bono, bi hefskirina Mena ya 8 rojan jî
qîma xwe neanî, ji bo ku General Jose Mena ji Wezîfa xwe were girtin Bono
got, ji bo ku Mena tavilê “teqawit bikin”, ewê pêşniyarê bibe ji heyeta
wezîran ra.
General Mena, fermandarê Hêza Bejayê ye û di Artêşa
Îspanyayê da jî merivê duyem e. Yanî piştî Serfermandarê Giştî ew tê. Lê hikûmeta Îspanyayê dîsa jî
Mena efû nekir, tavilê ew bi hefsê ceza kir. Ev biryar pîvana pêşketin û
saxlemiya demokrasiya Îspanyayê nîşan dide.
Mena, di axaftina xwe(7/1-06) da statuya Katalanan ya nuh
rexne kiribû û gotibû, heger Parlamentoya Îspanyayê vê pêşniyara Katalanan
wek xwe qebûl bike, ewê netîceyên gelkî ciddî derkevin holê: Mena gotibû:
-Heger statu sînorên qanûnî derbas bike wê demê Hêzên
Çekdar ewê mecbûrî mudaxeleyeke leşkerî bibin.
Dema min ev xeber xwend, tu bixwazî nexwazî generalên tirk
û hikûmeta tirkiyê hat bîra min, min tirk û îspanî dan ber hev.
Wek tê zanîn li Tirkiyê beyanên wiha ji bo generalên tirk ne sûc e, bivacayî
mafê her generalîye ku beyanên wiha bide û li “yekîtiya axa Tirkiyê” xwedî
derkeve. Jixwe wezîfa generalên tirk ya herî esasî jî ev e, ji bo ku
hikûmetên siwîl tu mafî nedin kurdan, dibê ew her roj bi beyanên xwe yên bi
vî rengî tim tirsê di hikûmetan bifirînin û wan tehdît bikin.
Ji bo ku kurd nebin xwediyê tu mafên netewî, generalên
tirk her roj beyanên wiha didin, lê bira hefskirin li wir bimîne, ne
Serokwezîr û ne jî Wezîrê Parastinê(ji xwe kes nizane li tirkiyê wezîrê
parastinê heye ya tuneye, çimkî her tişt di destê leşkeran da ye), kes newêre
ji generalan ra bibêje mafê we tuneye hûn tiştên wiha bibêjin. Heta di ser da
serokwezîr û wezîrê parastinê gelek caran mecbûr in bibêjin, ”hurmeta me ji
dîtinên wî(yanî generalê beyan daye) ra heye ya jî em jî bi “dîtinên wî” ra
ne.
Bêguman dil dixwest ku tirkan jî wek îspaniyan biwêrîbûya
generalên xwe ji ber gotin û kirinên wan yên ne qanûnî mahkime û ceza bikira.
Lê tiştê xuyaye ne îro û ne jî di demeke nêz da ev yek ne mimkûn e. Heger
tirk jî wek îspaniyan ji ber beyanên wiha generalên xwe têxin hefsan, wê demê
Artêşa Tirk ewê bê general û heta bê zabit bimîne. Bira general li wir
bimîne(tirk hîn newêrin tiştekî wiha xeyal jî bikin), tirk hîn newêrin
başçawîşekî ji ber beyaneke wiha ceza bikin.
Roja ku tirkan jî wêrîbûn generalekî xwe ji ber beyaneke
wî ya wiha ceza bikin wê demê meriv dikane bibêje ku li Tirkiyê demokrasî
heye.
Îdara Katalanyayê di daxwaznameya xwe da ji parlamentoya
Îspanyayê dixwaze ku Katalan wek ”milet” werin qebûlkirin û li herêma
Katalanya jî sîstema bacê dewrî îdara Katalanyayê bibe.
Bi hêviya cejneke bê kul û der û bêyî nexweşiya mirîşkan,
Cejna we ya Qurbanê pîroz be
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar