Me îsal hîn goşt nebiraştibû. Xanimê û lawikê me yê biçûk
gotin îro dinya xweş e, ji me ra goşt bibrêje. Ya rast dilê min jî hebû.
Min got ser seran, ser çavan.
Rojenê me çû ji me ra goşt kirî û min jî zend û bendên xwe
vemaltin, manqila xwe li hewşê danî û izxerayeke mikemel çê kir.
Lê min ne tenê goşt biraşt, min ji wan ra
kunefekeyeke(qedaîfê bi penêr) ji ya Hatayê xweştir jî çê kir.
Sinya min
tuneye, lema jî min di tawê da çê kir. Sinîk heba baştir û rehettir
e. Dibê ez du sinîkên biçûk bi dest xim.
Bi ya min qedaîfê bi
penêrê Mozzarella ji yê bi qûz û xweştir e. Lê helbet dibê meriv bi germî bixwe.
Penêrê min bû dezî, xanim matmayî ma
Te dilê min bijandê, ezbenî!
SvaraRaderaDilê gelekan bijiyayê. Êdî wek berê meriv nikane bibêje kerem bike...
Radera